Li ser mijarê Şandê doh saet 11.00’an li Navenda Metro ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de şandê diyar kir ku ew ji bo alîkariya însanî bibin Rojavayê Kurdistanê hatine, lê heya niha jî rayedarên Deriyê Sêmalkan destûr nedaye ew derbasî Rojava bibin.
‘Em şandeke sivîl in’
Şanda ICOR di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ne girêdayî ti alî yan partiyên siyasî ne û wiha dewam kir; “Em ne partî yan rêxistineke siyasî ne. Em şandeke fermî ya cîhanî ne ku piştgiriya sivîl û penaberan dike. Em naxwazin ti kes li ser welatê xwe penaber bibe. Bi vê armancê me weke şanda ICOR xwest ku alîkariya însanî ji bo Rojavayê Kurdistanê, bi teybetî jî Kobanê bibin.”
Şandê da zanîn ku ew 14 roj in ku li Herêma Kurdistanê ne û wiha pêde çû; “Ev 14 roj in ku em dixwazin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Ango ev 14 roj in karê me hatiye astengkirin. Heta niha em du caran çûn Deriyê Sêmalkan, bêyî ku sedemekê ji me re eşkere bikin, destûr nehat dayîn em derbas bibin.”
‘Em ê biçin Rojava ’
Di dawiyê de şanda ICOR´ê diyar kir ku ew li ser çûna xwe ya Rojavayê Kurdistanê bi israr in û wiha got, “Her karek me xwastiye ji bo sivîl û penaberan bikin, me bi israr ev yek pêk aniye. Em ê ji biryara xwe venegerin. Em vê helwesta rayedarên Deriyê Sêmalkan a pêşî girtina li şanda me bi tundî şermezar dikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ