Dibe serenavê vê mijarê bi xwendewanan xerib jî were, lê rastiyekê ye. Ev bi sedan salan e ku  em bi bîrdozên(îdeolojî) wiha bêjî re rû bi rû ne. Dagirkerên tirk bi van bîrdozên bêjî em ji hiṣ û mêjî kirine.
Dema osmanî ji navenda Asyayê hatibûn, berê ji baweriya îslamê mijara xenîmetê (talanê) û dagirkirinê dizîbûn. Bi têkiliyên bi gelên îranî re hinek jî ji sofîzma gelê îranî pars kiribûn. Li pey dagirkirina Stembolê dek û dolabên bîzansiyan jî ji Bîzansan dizîn, wan evana li hev qelibandin û li ser van hersê hemanan bingehê bîrozeke melez avêtin, tenê aliyê vê bîrdoza dizînê ya xwînxwariyê ji Cengîzxanê wan bû. Osmanî li ser vê bîrdozê her û her bajar û welat dagirkirin, talan kirin, sotin, ruxandin û vê re berfireh bûn.
Dema artêṣa bi navê “Yênîçerî demezrandin jî, pêdiviya wan bi bîrdozeke leṣkerî hebû. Lema kesekî bi navê Balim Sultan ṣandin devera Hacibektaṣê, li ser sofîzma Hacim Bektaṣ agahî civand û di encamê de ev kir bîrdoziya Yênîçeriyan. Yavûz Sultan Selim bi destê wan yênîçeriyên bi bîrdoza nav Bektaṣî, di êriṣa Çaldiranê de bi sed hezaran kurdên elewî qetilkirin û beṣeke ji wan jî derbiderê Egeyê û giravan kirin. Ango ji elewiyan dizîn û cardin bi wê çekê elewî qetilkirin.
Di dema demezrandina Nîzamê cedît de jî lêgerîneke bîrdozî hebû, lew re wê demê li tevahiya Ewropayê tevgerên netewî pêṣketibûn û osmanîtî têkdiçû. Her neteweyekê ji xwe re bingeheke anor û serbilindiyê diafirand. Di dema vê lêgerînê de bi dehan gel li ber xiṣm û xwînxwariya Jontirkên ji nav sîngê bîrdoziya osmanî derketibûn, ketin. Di vê demê de kesên ji netew û gelên cûda wek Ziya Gokalp, Mehmet Akîf Ersoy nirxên gelê xwe û hestên xwe yên îxanetê xistibûn xizmete vê lêgerîna rovîtiyê.
Bîrdoza kemalîzmê jî li ser vê bingehê lêgerînê û xwînrijandinê dirûvê xwe girtiye. Ango ew jî ji nava sîngê Jontirkan derketiye. Bi gotineke din wan bîrdoza kemalîzmê li ser hemanên nerênî yên demê avakirine. Aliyên wê yên nijadperest û faṣîstî ji Hîtler girtin, yasayên vê nemiroviyê ji Musolînî bû. Hinek jî qaṣo ji demoqrasiya bûrjûva yên wek hilbijartinên xapînok lê qelibandin, deq û dolabên osmanî, li gel wan ji bo vê sosretiyê; azînên Teṣkîlatê Mahsûsa, diyaneta xwe ji ṣeyhul îslamî ji bîr nekirin, heta hinek tiṣt jî ji bolṣevîkan qopya kirin û navê vê girara di lîteratûra politikayê de tune jî, kemalîzim danîn. Di dema vê girara kemalîzmê de jî, kujeriyên li Kurdistanê pêkanîn.
Bîrdoza ṣixra fetullahiyan jî ne bîrdozeke xwerû ya wan e. Ew jî malê diziyê ye. Fetullah û hevalên wî fikrên sofîstê kurd Seidê Kurdî ji wî dizîn, ew di serada bîrdoziya kemalîzmê re derbazkirin û li gor wê çarçovê revîze kirin û li ser sêniya sentêza turk-îslam bingeheke bîrdoziyê danîn. Hima li pey wê; kulikê rehîbeyan girtin û di bin navê turbanê de, ew kirin bela serê jinan. Metoda organîze û xebatê jî, ji tarîqatên Santolojî û Ṣahîdên Yahova yên amêrîqiyan ku di bin sîwana CIA de hatine birêkxistin, wergirtin. Bi vî awayî derketin qada jiyanê, li ser derfetên dewleta kûr û îstîxbarata Amêriqayê gihîṣtin statuya dewleteke navnetewî.
Bîrdoziya Erdogan û AKPa wî li ser rûniṣtiye jî bîrdozeke melezê bêjî ye. Ev bîrdoza faṣîzma kesk jî, ji van hemanan pêk tê: Çengê ergenekonê yê kesk, diyaneta kemalîzmê, ango sentêza tirk-islam, bîrdoza fetulahî, berjewendiyên sermaya pilingên Anatolya, paṣverûtiya heyî û destûra Amêrîqayê ye. Yanê, bîrdozekê bi awayê „dizan ji dizan dizî“ ye.
Bi gotineke kurt û kurmancî hemû bîrdozîyên; împaratorî, hin pêvajoyên wê împaratoriyê û ya dewleta tirk a vê demê, ne li ser bingehê çandeke resenê xwedanê bîrdozekê bûn. Bi tevahî ji aliyên herî xirabê birdoziyên serkarên neteweyên din hatine dizîn, ku mirov di warê siyasî de, ji bo mijareyeke wiha peyva „bêjî“ bikar bîne, ne formeke heqaret ye, tenê rastiya wê li ber çavan radixîne. Serkarên tirkan ku piraniya wan zivronek(devṣîrme) bûn, wek mînak; padîṣahên osmanî bi nijadê ve afgan bûn, Mistefa Kemal jî ne tirk bû, Erdogan jî ne tirk e. Kemalên bê kemal jî ne tirk in. Fetullah jî bi ṣekl û ṣîmalê xwe ve naṣibe tirkan, ku tirk ba; dê ji bo demokrasî û azadiya tirkan bixebitya. Çîrokên wan ê kesî jî, bi hin aliyên xwe yên taybetî ve bi gûman in, lema gelek caran bûne mijarên nîqaṣan.
Dema mirov vê rastiya bîrdoza dagirkeriya bêbext û wê bi sextekarî, dek û dolabên wan ên dîrokê re dirûberîne. Mirov dibîne ku gelê me bi çi talûkê re rû bi rû ye. Wan ji bawerî û sofîstîya elewîtiyê girtin, yênîçeriyên bektaṣî afirandin û bi destê wan yênîçeriyan elewiyên kurd qetilkirin. Niha jî bingehê bîrdoza xwe ji sofîsteke kurd girtina nav kirine Fetullahî û dixebitin ku bi wê, ji bo têkbirina kurdan telqînê bidin. Divê ev rastî were dîtin.