Parêzerê Rojnameya Ozgur Gumdemê û DÎHA'yê Ozcan Kiliç, piştî îdîaname lêkolîn kir der barê nakokî, dijzagonî û keyfiyeta îdîanameyê de nirxandin kir. Kiliç, anî ziman ku îdîanameya hatiye amadekirin li dijî aqil û hiqûqê ye û bi tevahî keyfî û siyasî ye.
Kiliç, anî ziman ku ji sala 1990'an heta niha parêzera çapemeniya Kurd dike û di nava 22 salan de heta niha rastî tu skandalên hiqûqî yên bi vî rengî nehatiye. Kiliç, da zanîn ku di salên 90'an de zext, kuştin, binçavkirin û girtin di asta herî jor de bû û wiha got: "Di wê dema ku kuştin û girtin zêde bû em rastî pêkanînek bi vî rengî nehatin. Em wê demê ji ber nûçe, wêne, nivîsê dihatin darizandin. Li ser nûçe û wêneyên me ji mere ceza dihat birîn. Wê demê jî me qebûl nedikir ku rojnamegerek ji ber nûçeyê xwe bê girtin. Lê niha ji wê demê hêj xerabtir û skandaltir e. Ji ber niha rêgezên hiqûqê tev hatin binpêkirin. Niha ji bilî nûce, wêne û nivisan wêdetir têkiliyên di navbera edîtor û nûcegîha ên bi telefon û msn'ê weki delîla suc hatiye nîşandan. Dîsa têkiliyên muhasebeyê û muhabîran û şîrketê wekî delila sûc hatiye dîtin."

'Hevokek bi sedan caran dubare bûye'
Prz. Kiliç, destnîşan kir ku îdîaneme bi zorê hatiye amadekirin û ji ber ku delil bi dest nexistine bi zorê heman hevok bi dehan û 100'an caran dubare kirine û wiha berdewam kir: "Hemû îdîa li ser îfadeyê şahidên nepen ê ku nayê zanîn hatiye amadekirin. Hemû li ser gote gotan hatiye nivîsandin. Me bi israr li ser şahidên nepen ji dozger pirsî û me xwest hebûna wan bê îspatkirin. Me xwest xwediyê van îdîayan aşkere bikin û piştrast bikin. Lê dozgeran anin ziman ku wê di dadgehê de aşkere bikin."
Kiliç, bilêv kir ku di qada çapemeniyê de heta niha li doza zêdeyî hezar kesî neriye û wiha berdewam kir: "Heta niha ez li Midûriyeta polîsan jî rastî lêpirsînek bi vî rengî nehatim. Dema em bi baldarî li îdîanameyê dinerin em dibînin hemû axaftinên li ser telefonê yên rojane û ji rêzê ne. Hemû li ser têkiliyên nuçe, rojnamegerî û xebatên pîşeyî ne. Dema em li geşedanan dinerin Rojnameger Fîlîz Koçalî û Ramazan Pekgoz, ji bo rojnameya Gunlukê bi Murat Karayilan re hevditin pêk anîn. Ev roportaj bû mijara dozê. Lê heyetê pişt re der barê Pekgoz û Koçalî de biryara beraetê da. Heyetê diyar kir ku ev karê rojnamegeriyê ye û beraet kir. Lê niha di îdîanameyê de ev mijar jî weki delila sûc tê dîtin. Ev nakokiya dadgehê ye."

Xebatên fermî wekî îlegal nîşan dane'

Kiliç, da zanîn ku pereyên ku rojnameya Ozgur Gumdemê ji firotina rojnameyan bi dest dixe û DÎHA ji aboneyên xwe bi dest dixe wekî dijzagonî hatiye nîşandan û wiha pêde çû: "Pereyê ku ji aboneyan û firotina rojnameyê tê wekî xebatmên rêxistinî hate nîşandan. Dîsa pereyên ku Şîrketa Belavkariyê ya Turkuazê ji xwediyê Rojnameya Gundemê re şandine wekî xizmeta rêxistinê hatiye nîşandan."
Kiliç, bilêv kir ku di 150 rûpelên îdîanameyê de tu têkiliya wê û saziyên çapemeniyê bi hev tune û xwestiye eleqeyên li dijî hev bi hev girê bide. Kiliç, da zanîn ku di îdîanaemyê de daxuyaniya BDP'ê ya ji bo karkerên Tekelê û çalakiya li dijî bendavan wekî amûra sûc hatiye dîtin. Dema em li doza KCK'ê jî dinerin em dibînin ku kesên pêwiste serbest bên berdan 3 salin rehîn tên girtin.
Prz. Kiliç, wiha got: "Min jî emniyetê bihîst ku dê Cengîz Çandar tevlî lêpirsîna KCK'ê bibe. Nîqaşa dê tevlî bibe an na e tê kirin" 

'Di îdîanameyê de tu tiştê sûc tuneye'
Kiliç, diyar kir ku çapemenî li hemû welatên cîhanê qadeke gelek girîng e û di makezagona Tirkiyeyê de jî bi madeyên 28 û 29'an tê ziman û wiha axivî: "Dewlet mecbûre azadiya çapemeniyê pêk bîn e. Lê heke nivîseke sûc pêk bîne hebe dikare li dadgehan dozê vebike. Ji bilî wê yekê nikare wênekêş û qemerayên çapemeniyê destser bike. Ev yekê rêgez e. Ji xwe ew yekê binpêkirin. Di îdîanameyê de midûrê nûçeyan ji nûçegihan re got, 'Li wir daxuyanî heye ner bişopşîne û nûçaya wê çêbike' weke karê rêxistinê hatiye dîtin. Di îdîanameyê de tu tiştê sûc tuneye. Berê ji ber nivîs, wêneyan doz li me hate vekirin. Ji hinekan re ceza hatin dayîn û hinek jî berat bûn. Gelek tiştên komîk jî çêdibûn. Ez li wan rojan digerim. Serdemên gelek zordarî heyî bûn. Salên 90'an û heta salên 2000'an serdemên cuda bûn. Lê di vê îdîanameyê de ji ber wêne, nûçe û nivîsekê îdîa pêk nehatin e. Bi dozeke wisa heke çapemenî neyê bêdeng kirin dê çibike dê rêxistinek dijzagonî avabikin. Di wê çarçoveyê de hemû tiştî hûnê lê cih bikin."

'Qaşo îdîaname ye'
Kiliç, anî ziman ku dixwazin li Tirkiyeyê çapemeniyeke yek alî avabikin. Kiliç, da zanîn ku tenê çapemeniya Kurd ma û dixwazin vê yekê jî bêdeng bikin. Kiliç, bal kişand ser hinek xalên balkêş ên îdîanameyê de: "Dema ku mirov berê xwe dide naveroka îdîanameyê gelek tiştên sosret hene. Formateke qopî bike û lêbixe heye. Hemû kes di nav 'komîteya çapemeniyê de cih girt' Tenê ez mam. Minak danisîna DîHA'yê, nûçegihan û hesabgir bicih kirine. Ez bawer dikim kû gelek xebatkar 'komîteya çapemeniyê' çiye nizanin. Agahiya tu kesî bi vê komîteyê tuneye. Îdîaname li ser vê yekê hatiye avakirin. Îdîanameya bi qaşoyan hate amadekirin. Ev îdîaname îdîanameyeke qaşo ye." Prz. Kiliç, bilêv kir ku di îdîanameyê de gelek şîrove hatiye kirin û şîrove karê hiqûqnasan nîn e. Prz. Kiliç, destnîşan kir ku ji bilî belavkiriyê û hesabgiriyê tu karên din nehatine kirin.
Kiliç, anî ziman ku tenê peywir nakeve ser milê hiqûqnasan dikeve ser milê rojnamgeran jî û wiha pê de çû: "Ji ber ku dema rojnamegeran jî ew îdîaname xwe din dê matmayî bibin. Ji bîlî vî welatî li tu welatên din tişteke 'Dema ku ez biçim nûçeyê ez ji polîs re bêjim' tuneye. Divê herî zêde rojnamger bi ser vê yekê de biçin. Ji bo ku xwedî li pişesaziyên xwe derbikevin na ji bo xwedî li pişeya xwe derbikevin vê yekê bikin û divê gelek caran vê îdîanameyê bixwînin. Li holê skandaleke hiqûqê heye."

DÎHA/STENBOL