Rojnameya Hawlatî di hêjmara xwe ya îro de nûçeyek bi manşeta: “Li gor belgenameyeke nehênî ya wezareta derve ya Tirkiyeyê ji bo balyozxaneya welatê xwe ya li Hewlêrê: PDK û MÎT li ser kolandina xengan rêkeftine” belav kir. Di despêka nûçeyê de wiha tê gotin: “Tirkiye wê ji bo bihêzkirina PDK’ê ya li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê kar bike. Ev jî li gor belgenameyeke veşartî ya wezareta derve ya Tirkiyê ye ku di nav de rêkeftina MÎT û PDK’ê ya li ser kolandina xendekan navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de berdewam bin.”


'Belge di destê me de heye'

Hawlatî di berdewama nûçeya xwe de radigihîne ku kopiyeke wê belgenameyê ketiye destê wan, pileya wê ya nepenî (veşartî) heye û di bin navnîşana ‘Çend biryar ji bo bihêzkirin û xwe cih kirina Tirkiyê li Herêma Kurdistanê’ û bi awayekî ‘Taybet ji bo cihê peywendîdar’ pêşkêşî balyozxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê hatiye kirin. Hawlatî radigihîne ku tevî dîroka şandina wê belgenameyê ne diyare, lê naveroka wê ron û eşkere ye.
Li gor wê belgenameyê, misteşarê MİT’ê Hakan Fîdan li Hewlêrê ligel berpirsên PDK’ê civiyaye û bi rêya komîteya dualî ve 3’ê biryar girtine. Rojname behsa xalên wê biryarê dike; “Me di civîna sibatê de biryar girt ku di kolandina xendekên li ser sînor de berdewam bin. Ji bo em bi rêya wan xendekan rêya kesên rûbirûyê Tirkiyê dibin bigirin û ger pêwîst jî bike, di navê de mûdaxele bikin.”Hawlatî radigihîne ku li gor wê belgenameyê xalekî din jî taybet li ser wê yekê ye ku zextê li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin û li sînorê “Rêveberiya bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) û Sûriye hêzek bi navê Cebhet el-Nusra heye û hewl bê dayîn ku xebatên wan ên ji bo baskê leşkeri were hêsanîkirin.”
Di beşek din a wê belgenameyê de wiha tê gotin: “Li bakûrê Iraqê hinek tiştên giring hene, me bi rêya dewleta xwe û di çarçoveya nexşerêya me de ye. Despêkê bihêzkirina partiya Barzanî li navxwe û derve. Ligel vê yekê jî partî, aliyên siyasî  ku li dijî nirxên neteweya Tirkiyeyê yên li İraq û Sûriyeyê werin bê bandorkirin.”

Hewldana lawazkirina kantonan
Di wê belgenameyê de tê eşkere kirin ev yek wê diyar bike ku karê balyozxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê çalake û wiha tê gotin: “Rêkeftinên me yên ligel partiya Barzanî, derfetê pêşketina xebata me ya siyasî ya li herêmê (Herêma Kurdistanê) pêş dixe.” Li ser rewşa Sûriyeyê jî di belgenameyê de wiha tê gotin: “Rêveberiya bakûrê Iraqê bi awayekî giştî û aloziyên Sûriye bandorekî nerênî li ser Kurdan dike. Ev jî armanca me ya yekemîn e.”
Di belgenameyê de derbarê Herêma Rojava de jî wiha tê gotin: “Li wê derê hinek rêveberiyên nêzî PKK’ê hene. Divê di warê dîplomasî û sîxûriyê de bibin armanc û bên lewazkirin. Wan îdareyan (mebest kantona Efrîn, Qamişlo û Kobanê) li navxwe û derve, em bi destlêwerdanê lewaz bikin û jinavbibin. Ger çi aliyek jî piştgiriya wan bike, em ji nav bibin.” 

DÎHA/HEWLÊR