Li gorî daxuyaniya di malpera înternetê ya Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê ya ser bi Mucahîtên Gel de cih girt, şêwirmendê Serokê Parlamenta Îranê Alî Larîcanî û mudurê kabîneyê Mûhammed Caferî Sahrarûdî niha li Cenevreyê ye.

Sekreterya Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê got, “Kujerê gelê Kurd û terorîstekî profesyonel, weke şêwirmendê parlamenta rejîma Îranê beşdarî konferansa navbera parlamentan a li Cenevreyê bû.” Konseyê xwest Sahrarûdî tavilê bê girtin û darizandin.
Sahrarûdî, di 13’ê Tîrmeha sala 1989’an de êrîşa ku Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Dr. Abdûrrahman Qasimlo û du hevalên wî qetil kir, birêve bir. Li gorî mûxalefeta Îranê, ev operasyon ji aliyê servîsên îstîxbarata leşkerî ya Muxafizên Şoreşê û “baregeheke terorîst” a bi  navê “Ramazan” hatiye meşandin.
Li ser daxwaza polîsê Awûstûryayê di 22’ê Kanûna sala 1989’an de der barê Sahrarûdî û du alîkarên wî de biryara girtinê ya navneteweyî hat derxistin. Konseya Berxwedanê da xuyakirin ku Sahrarûdî ji bo “paşeroja xwe ya krîmînal veşêre” bi salan bi tenê navê “Caferî” bikar aniye û “Sahrarûdî” ya di navê xwe de derxistiye.
Di dema êrîşa li maseya muzkareyê ya li hemberî Qasimlo de Sahrarûdî jî birîndar bûbû. Ji ber vê yekê nekarî ji polîsê Awûstûryayê bireve û hatibû girtin. Lê belê di encama zexta rejîma Îranê de bi lez hatibû berdan û vegeriyabû welatê xwe.
Konseyê ragihand ku Caferî Sahrarûdî di şerê 8 salan ê Îran-Iraqê de fermandarekî rejîmê bû.
Sekreterya Konseyê got, “Li dû dagirkeriya yekîneyên Emerîkî li Iraqê, vî kesî di êrîşê û operasyonên komando yên terorîstî yên li Iraqê de di warê rêxistinkirin û rêvebirinê de oleke mezin lîst. Mîna ku li vî welatî şerê mezhebî destpê kir.”
Di dema Serokkomarê berê Mahmûd Ahmedînecad de ji Sahrarûdî re wezîfeya muduriyeta jêrîn a ewlekariya navxweyî ya Sekreterya Desteya Bilind a Ewlekariya Neteweyî hat dayîn û li vê derê bi taybetî bi Iraqê re mijûl bû. Sahrarûdî ku di Desteya Bilind a Ewlekariya Neteweyî de alîkarê Alî Larîcanî bû, piştî ku Larîcanî bû Serokê Meclîsê, vê carê jî weke şêwirmendê wî û mudurê kabîneyê hat wezîfedarkirin.
Mûxalefeta Îranê got, “Hatina terorîstekî bi vî rengî ya li Cenevreyê ku lê avahiya Neteweyên Yekbûyî heye û beşdariya wî ya li konferansa navbera parlamentan de, bi awayekî zelal binpêkirina peyman û qanûnên navneteweyî ye.”
Sekreterê Giştî yê PDK-Îran Dr. Sadik Şerefkendî jî li gel 3 hevalên xwe di 17’ê Îlona 1992’an de li Berlînê ji aliyê komandoyên mirinê yên îstîxbarata Îranê ve hatibûn qetilkirin. 

PARÎS