Ligel wê li navenda jimartina dengan de cîhaza elektronîk a ji bo dengan tê bikaranîn hat dîtin. Di kontrola dengan de hat tespîtkirin ku piştî hilbijartinan bi 4 rojan li gor dîroka 25.09.2013 deng hatine bikaranîn.
Der barê bûyerê de nûnerên partiyên Yekgurtî Îslamî, YNK, Tevgera Goran, PÇDK û Komala Îslamî dan xuyakirin ku di jimartina dengan de şik û guman bi mirovan re çêbûne û bang Desteya Hilbijartina Bilind kirin da ku ya pêwîst bê kirin.
Li heman herêmê berî niha bi 2 rojan jî di maşîneyên hêzên pêşmerge de sindoqên ku deng di wan de, hatibûn girtin û wêneyên wan bi rêya înternetê hatibûn belavkirin.
HEWLÊR