Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrişî baregehên hêzên rejîmê yên li derdora Celemê û Kefir Hûd ên bejahiya bakur rojavayê Hemayê kirin. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê koma Heyet Tahrîr El Şam ku girêdayî El Nûsrayê ye li bakurê herêma Hamayê, ya ku dikeve bakur rojavayê Sûriyeyê êriş bire ser nuqteyên rejîmê. Mala Çavdêriyê ragihand ku di encama şerê qewimî de 31 jê çete û 14 şervanên aligirên rejîmê bi giştî 45 kuştî hene. Ajansa dewletê Sana jî ragihand ku artêşa Sûriyeyê êrişa “komên terorîst” ya li dijî nuqteyên leşkerî ya li Til Melh a banliyoya bakurê Hama têk bir. Li gorî ajansê hêzên rejîmê gelek wesayîtên çeteyan jî rûxandine.

Hate ragihandin ku komên çekdar roketan tavêjin gelek gundên li bakurê Hamayê.

Komên çete ku ji aliyê Tirkiyê ve têne birêvebirin ji sibê heta êvarê 350 top û avêtin bargehên rejîmê yên li Celemê, Kefir Hûd, Cedîde, Hemamiyat, Kernaz û Şêx Hedîd ên bakur rojavayê Hemayê.

429 sivîl hatin kuştin

Her wiha doh çeteyên Heyet Tehrîr Şam “Cebhet Nusra ya berê” erebeyeke bomebarkirî li eniya geliyê Osman ê bejahiya Hemayê, teqandin. Balafirên rejîmê zêdeyî 37 caran eniyên şer û Til Milih, Cebîn, Zekat û Hesraya bomebaran kirin da ku destekê bide hêzên bejahî. Helîkopteran jî zêdeyî 21 bermîlên teqemenî avêt bajarê Xan Şêxûn ê başûrê Idlibê, Zekat, Cebîn, Til Milih û Erbîn. Balafirên Rûsyayê jî gelek caran gundê Til Milih ê bejahiya bakur rojavayê Hemayê, bombebaran kir. Hejmara sivîlên ku ji destpêka şer li herêmên bê çek ji 30`ê Nîsanê ve û heta roja Yekşemê hatine kuştin, bûn 429 sivîl ji wan 103 zarok û 90 jin.

 

 IDLIB