Li Idlîbê aloziya di navbera dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûrî-Rûsyayê de didome. Dewleta Tirk banga alîkariyê li NATO’yê kir. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan bi telefonê axivîn. Piştî piştgiriya NATO’yê Erdogan got ku “Li her derê em ê li rejîmê bidin.”

Artêşa Tirk ber bi Idlîbê ve gelek sewqiyatên leşkerî kir. Artêşa Tirk gelek wesayîtên zirxî, tank û obus şand Idlibê.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di warê Idlîbê de piştgirî da Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE’yê James Jeffrey di serdana Enqereyê de got “Şehîdên me hene, serê we sax be.” Piştî van daxuyaniyan dewleta Tirk bi awayekî fermî ji NATO’yê piştgirî xwest. Lê şêwirmendê Trump got, em ê di warê eskerî de mudaxele nekin.

Tirkan ji NATOʼyê alîkarî xwest

Wezîrê Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê Hûlûsî Akar ji ajansa nûçeyan a Assocîated Pressê re axivî û ji ber rewşa li Idlîbê piştgiriyeke berbiçav xwest û got, “NATO, Ewrûpa û dinya divê ji nêz ve li vê meseleyê binihêre û piştgiriyeke berbiçav bide.” Akar îdîa kir ku ew ê ji 12 bendên çavdêriyê jî dernekevin.

Li aliyê din, Kremlîn qala peymana Soçiyê ya di 17’ê Îlona 2018’an de dike. Rûsya diyar dike ku Tirkiye qewlên xwe yê peymanê pêk nayne.

Erdogan jî Rûsya û Îranê li Idlîbê bi kuştina sivîlan gunehbar dike û dibêje, “Heke êriş were kirin, bêyî ku em girêdayî Soçiyê bin, em ê li her derê li rejîmê bidin. Em li ser biryara xwe ne ku heta dawiya meha Sibatê em rejîmê derxînin pişt bendên çavdêriyê. Çi hewce bike, em ê bikin.” Erdogan diyar dike ku nêta wan a vekişandina ji Îdlîbê tune.

Serokatiya Artêşa Giştî ya Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Idlîbê da û got ku “Hêzên çekdar wê peywirên xwe yên qanûnî û neteweyî pêk bînin. Em amade ne ku bersivê bidin dagirkeriya dewleta Tirk.”