Şahoz Hesen: Efrîn ji bo me mijara man û nemanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hebûna me, projeya Neteweya Demokratîk bi giştî hedef digire. Mijara Idlibê bi Efrînê ve giredayî ye.
MÛRADA KENDA/EKREM BEREKAT / ANHA/QAMIŞLO
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, li ser hesab û plana dewletan a li ser Idlibê peyivî û got: “Idlib ne tene bajarekî ji rêzê ye, bo siberoja Sûriyê wekî kilît e. Ji bo wê jî girîngiya Idlîbê heye û hemû dewlet dixwazin li gorî berjewendiyên xwe encamekê bi dest bixin.”
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen îşaret bi planên dewleta Tirk a çeteyên li Idlibê kir û got, “Plana dewleta Tirk ew e ku berê çeteyên li Idlibê bide Efrîn, Bab û Cerablûsê û wan li wan deveran bi cih bike.”
Ne tene bajarekî ji rêzê ye
Her wiha Şahoz Hesen derbirî ku Îran jî bi awayekî xurt xwe ji operasyona muhtemel a Idlibê re amade dike û wiha axivî: “Îran bi awayekî xurt xwe amade kiriye. Lê Emerîka û Îsraîl hewl didin ku Îranê ji Sûriyê derxin. Nakokî û pirsgirek hem di navbera Rûsya û Emerîka de hem jî di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de pirr zêde ne. Her wiha, Idlib ne tene bajarekî ji rêzê ye, ji bo siberoja Sûriyê wekî kilît e. Ji bo wê jî girîngiya Îdlîbê heye û hemû dewlet dixwazin li gorî berjewendiyên xwe encamê bi dest bixin. Rewşa Idlibê her çiqasî çareseriya hemû pirsgirêkên Sûriyê bi xwe re neyne jî, ew ê ji bo pirsgirêkên li Sûriyê, rewşeke nû jî derêxe holê.”
Şahoz Hesen anî ziman ku şerê Idlibê wê gav bi gav bibe. Ji ber wê, niha Rûsya û rêjîma Sûriyê hêdî hêdî cihên diyar yên li Idlibê bombebaran dikin.
Durûtiya dewletên mezin
Şahoz Hesen got, gava dewleta Tirk Efrîn dagir dikir, dewletên mezin dengê xwe nedikir û niha jî radibin dibêjin, li Idlibê bi hezaran sivîl hene û ew sivîl wê werin kuştin. Hesen rexne li vê yekê girt û wiha peyivî: “Divê zanibin ku li Efrînê jî bi hezaran sivîl hebûn û hatin qetilkirin. Niha jî sivîl li Efrînê hene û êşkenceyên herî mezin li ser wan tê kirin. Ew bêdengiya dewletên navneteweyî ji bo Efrînê nayê qabûlkirin. Berjewendiyên dewletên navneteweyî li ser Idlibê dibe sedem ku çavên xwe li ser êrişên Efrînê bigirin. Divê di demeke lez de ew êrişên li Efrînê jî bibînin da ku gelê Efrînê bi azad vegerin, welatê xwe. Pêwîst e, ew çeteyên ku li Efrînê bi cih bûne, werin derxistin da ku gelê Efrînê li welatê xwe bi jiyaneke aram, azad û aştî wekî berê bijîn.”
Efrîn ji bo me mijara man û nemanê ye
Şahoz Hesen ji bo Efrînê jî got, Efrîn ji bo wan mijareke stratejîk e û wiha pê de çû: “Efrîn ji bo me mijara man û nemanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hebûna me, projeya Neteweya Demokratîk bi giştî hedef digire. Di wî aliyî de pêwîst e her kes xwe berpirsiyar bibîne. Mijara Idlibê bi Efrînê ve giredayî ye. Lê mixabin dewletên navneteweyî dagirkirina Efrînê nakin rojev. Lê bandora Efrînê li ser Idlib, Haleb û hemû Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê heye.”
YPG: Li Efrînê 2 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku li Şerayê di çalakiyeke li dijî çeteyên Sultan Mûrad ên MÎT’ê de 2 çete hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, şervanên YPG’ê roja 6’ê Îlonê li ser rêya navbera gundên Dêr Sewan û Şêxurzê yên navçeya Şera ya Efrînê kemîn danî pêşiya çeteyan. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 2 çekên AK-47 ji ser çeteyan hatin rakirin.
EFRÎN