Pêşbirka stranbêjiyê ya ji aliyê KurdSat Tv ve li Silêmaniyê dihate weşandin bi dawî bû. Nêzî hezar kes ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn û jina ciwan a stranbêj a ji kantona Kobanê Jînda Genco bû yekemîn. Stranbêjê ciwan ê hewramanî Ferzad Mehdînya jî bû duyemîn.

Genco da zanîn ku xewna wê ew e ku piştî vê serketinê vegere Kobanê. Mehdînya jî anî ziman ku kombûna hûnermendên ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê xewnek bû û ev xewn jî pêk hat. 

Hunermenda ji Kobanê Jînda Genco hestên xwe anîn ziman û got: “Ez gelekî kêfxweş im ku wek jineke ciwan beşdarî vê bernameya hunerî bûme û di dawiyê de bûme yekemîn. Ji bo min ev şanaziyeke ku ez dengê azadiya Kobanê bigihînim her çar parçeyên Kurdistan û cîhanê. Xewna min jî ew e ku carekê din vegerim Kobanê.”

Hunermendê ciwan ê hewramanî Ferzad Mehdînya jî axivî û got: “Ez kêfxweş im ku beşdarî vê bernameya hunerî bûme, ev ji bo min bû destpêkek ku karê xwe yê hunerî bimeşînim. Ev ji bo min firsendeke ku bikarim di vê rêyê de xizmetê ji bo çand û hunerê gelê xwe bikim. Kombûna hunermendên ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê xewnek bû ku bû rastî. Ez gelek bextewar bûm ku hunerê parçeyên din ên welatê xwe nas bikim. Ez dixwazim di pêşerojê de çend albûmên ji stranên folklorîk û çanda resen a kurdewarî biweşînim.”


Nîşana yekbûna Kurdan e

Hunermendekî din ê ji bakurê Kurdistanê Vedat Akarsû jî beşdarê qonaxa dawîn a bernemeya Kurd Idol bûbû. Vedat Akarsû der barê bernameyê de got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku hunermendên ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re beşdarî karekî hunerî bûne û xewna yekbûna Kurdan di vê xebata hunerî de nîşan dane.”


CÎHAD HEWRAMÎ/SILÊMANÎ/ROJNEWS