Îdrîs Tuzak di salvegera wefata xwe de li navenda TEV-ÇAND a wargehê di 4’ê adarê de bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîm bi deqîqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û aştiyê dest pê kir. Di merasîma bîranînê de Endamê TEV-ÇAND’ê Sekvan Encû got ku mirov çiqasî li ser kesayeta Heval Îdrîs biaxife jî kêm dimîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heval Îdrîs xwedî kesayetek bandorker bû. Di hevaltiya xwe de gelekî dilnizm bû. Dixwest bibe dengê gelê xwe û ji bo vê jî kedek pirr mezin da. Me bi hevre di heman saziyêde 12 salan karkir. Bi ked, disîplîn û bi rûkeniya xwe dihat naskirin. Ji bo hunerê kedeke bêhempa da û pirr jêhez dikir.”


'Divê em hêviyên şehîdan bicih bînin'

Piştî axaftina Sekvan Encû Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Doktor Mahsum mafê axaftinê wergirt. Dr. Mahsum diyar kir ku her şehadetek wateya jiyanê, mezinbûna îradeyê û têkoşînê dide diyarkirin. Di şexsê Şehîd Îdrîs de em tevayî şehîdên ked û demokrasiyê bi bîrtînin. Şehîd bingeha avakirina jiyanê ne. Ev ked û têkoşîna wan dihêle ku em li ser lingan bimînin. Eger em îro xwedî jiyaneke bi rûmet in ev bi saya şehîdane. Divê em hêvî û daxwazên şehîdan bicih bînin. Wê demê em ê karibin bêjin ku em layiqê şehîdan e. Heval Îdrîs yek ji hunermendên herî hêja bû. Têkoşînû berxwedana gelê Kurd bi dil û hestên xwe dijiya û ya diket ser xwe bicih di anî.”
Piştî axaftina Dr.Mahsum,dayikan û Koma Penaber kilam û stranên gotin. Merasîma bîranînê bi dirûşmayên “Şehîd Namirin” bi dawî bû. 

DÎHA/MEXMÛR