Turkdogan da zanîn ku di operasyonên asayîşê de jî li gorî quralên hiqûqê yên navxweyî nêzîkatî çênabe û wiha berdewam kir: "Mînak nayê zanîn ku gelo li gorî hişyariya 'raweste' tevdigerin an na. Bombebarankirina mîlîtanên ku li hundir û derveyî sînor ên ku bi balafirên keşfê têne tespîtkirin derveyî hiqûqa navxweyî ye. Ji ber ku divê ji wan bê pirsîn dê teslîm bibin an na. Mafê jiyanê nayê dayîn."
Turkdogan têkîldarî îdiayên "li geliyê Tiyarê çekên kîmyewî hatin bikaranîn" jî wiha axivî: "Ev hemû li gorî terîfa ku dewleta Tirkiyeyê kiriye binpêkirina hiqûqa navxweyî ye. "
DÎHA/ENQERE