ÎHD’ê derbarê pêvajoiya muzakere û diyalogê de civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Hasan Erdogan, Sekreterê Giştî Îsmaîl Poyraz, Serokê Akademiya ÎHD’ê Husnu Ondul tevlî civînê bûn. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya muzakere û diyalogê. Turkdogan, destnîşan kir ku hevdîtina rayedarên dewletê ya bi Ocalan re gelek girîng e. Turkdogan, diyar kir ku divê hikûmet dest ji polîtîkayên tasfiyeya kurd berbide û wiha got: „Divê di serî de nasname û çanda kurdan û hemû komên din di makezagonê de bên parastin. Divê di vê mijdarê de polîtîka bên guherîn. Guharîna van polîtîkayan hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re wê xwe nîşan bide.“
Turkdogan, anî ziman ku divê pêvajoya hevdîtin û diyalogê ya ji bo çareseriya kurd dest pê kir vegera muzakereyan. Turkdogan, bilêv kir ku ji bo vê yekê jî divê dewlet operasyonên siyasî û leşkerî bên rawestandin û rewşeke agirbestê pêk bê. Turdogan wiha got: „Rayedarên dewletê ji bo muzakereyê şertên Abdullah Ocalan sererast bikin. Divê astengiyên Ocalan bi PKK’ê re têkiliyê danê bên rakirin.“ Turkdogan, anî ziman ku di çareseriya pirsgirêka kurd de ji bo bi pêşerojê re rû bi rû bên Komîsyona Edalet û Heqîqatê bê avakirin.

DÎHA/ENQERE