Pîlangeriyek dij Kurd e
Daxuyaniya Siyasetmedar û Parlementerê Kurd ê li Parlamenta Iraqê Dr. Mehmûd Osman wiha ye: “Di 15-02-1999’an de Abdulah Ocalan, Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê, di encama planeke navneteweyî de ji welatê Kenyayê bi Tirkiyê ve hat revandin. Di plana girtina Abdulah Ocalan de ji xeynî Enqere û Amerîka, hinek welatên din ên Ewropî jî beşdar bûn. Ev tawana hanê di rastiyê de binpêkirina qanûnên navneteweyî, mafên mirovan û mirovahiyê bû û nîşan da ku ew alî kî ne ku piştevaniya Enqerê dikin ji bo bêndengkirina gelê Kurd û mafên wan."
Bila bi Ocalan re muzakere çêbin
Osman bibîrxist ku PKK'ê îro şer daye sekinandin û pêvajoya aştî û diyalogê daye destpêkirin. Osman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst dike ku dewleta Erdogan, Abdulah Ocalan û hezaran çalakvanên siyasî serbest berde û dest bi diyalogê bike. Hem ligel Ocalan weke kesekî azad û serbixwe û hem li gel aliyên Kurdistanî ji bo gihîştina çareseriyeke aştîxwazane û demokrat ji bo pirsa Kurd li Bakurê Kurdisanê û dawî anîna şer.”
HEWLÊR