Mezintirîn şîrketa mobîlyayê ya cîhanê IKEA di sala 1943’ê de li Swêdê hat avakirin. Cîroya şîrketê 25,5 milyar dolar e, feydeya wê ya salane jî derdora 2,3 milyar dolar e. Zêdetirê 120 hezar xebatkarên IKEA’yê hene û berhemên bi kalîte û erzan difiroşe bikirên xwe, ji ber wê jî tê naskirin.
Her wiha, peywendiyeke xurt a IKEA’yê bi gel re jî heye. Ji ber zextên rêxistinên hawirdorparêz, şîrketê dawî li birîna darên ziyanê didin ekosîstemê anîbiû. Piştî wê IKEA bi dirûşima “dosta daristanan” dest bi têkiliyên nû yên bi gelan re kir.
IKEA’yê diyar dikir ku ew bi vê dirûşimê li gelemperiya cîhanê, dikare texteyên bi kar tîne, careke bi xwe biçîne û mezin bike.
Lê aşkere bû ku şîrketa Swedwood a girêdayî IKEA’yê darên 600 salî yên daristanên di navbera Fînlandiya û Rûsyayê de tune kiriye. Li gorî nûçeya di kanala televîzyona dewletê ya Swêdê de hat weşandin, IKEA her sal bi rêya Swedwoodê 600 hektara cihên daristanî tune dike.
ANF/STOCKHOLM