Îks Çel xwedawendeke kevin a Mayayên kevin e. Marê ku li ser serê wê bi pora wê ve hatiye girêdan sembola wê ye. Ev xwedawenda hanê, ya dayikbûn û berdariyê ye. Îro jî ew jinên ji miletê Maya, yên ku bi karê dermankirin û rehetkirina mirovan li gorî adetên berê dadikevin, pora xwe weke ya vê xwedawendê girêdidin. Berê li her gundî curendera (dermankereke jin), hebûye û îro jî li gelek gundên Mayayan ên li Meksîkayê hene. Ew ji giya, gulîlk û pelan dermanan ji bo gelek nexweşî û nerehetiyan çêdikin. Wekî din ew hin tiştan li dijî nezerê jî çedikin. Çawa li cem Kurmancan “textorên Kurmancî” hebûn niha jî hinek mane, ev jî “textorên Îks Çel” in.

Mar jî sembolên xurt in di nava Mayayan de. Ew sembola destpêkirina jiyanê û rûhanîna bi tiştan in. Ew ên ku enerjiya maran kontrol dikin li gorî vê hêzên afirandinê, xirakirinê kontrol dikin û her wiha bi sira hebûnê dizanin. Jixwe ji ber vê ye li ser serê xwedawendê marekî girêdayî heye. Xwedawenda dayik li gorî mîtolojiya Mayayan bi sira hebûnê dizane.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN