Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya qeyûman daketin meydanan. Nerazîbûnên li dijî dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê nexasim jî li Elmanyayê  li gelek bajaran hat rûreşkirin.

Li bajarê Hamburgê Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkirina şaredariyan bi qeyûman meşiyan û mîtîngek organîze kir. Xelk li ber stasyona trênan hat cem hev. Parlementerêm Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr, Martîn Dolzer, Hiqûnas Yavûz Fersolgû, nûnerên komele û saziyan dagirkirina şaredariyan weke îlana şer a eşkere ya li dijî gelê Kurd bi nav kir.

Li bajakarekî din ê bakurê Elmanyayê Bremenê jî çalakî hebû. Hevserokê KON-DEM’ê Saît Bîlgen li vir helwêsta dewletên Ewrûpî jî rexne kir û got, hişmendiya ku rêxistina Kurd xistiye lîsteya terorê, îro alîkariya hişmendiya faşîst a AKP’ê,MHP’ê û Erdoganî dike.

Kurdistanî li Frankfurtê, li meydana Haupwache hatin ba hev, bi pankart û dirûşmên ‘Es lebe HDP (Bijî HDP)’, ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana HDP’ê’ çalakiyek kir. Kurdistanî û dostên wan li Nurnbergê jî bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyan bi mîtîngekê protesto kir. Mîtînga ku endamên Die Linke û AGÎF’ê beşdarî bûn, belavok hatin belavkirin. Di mîtîngê de banga beşdariyê li çalakiya roja Şemiyê hate kirin.

Li Hildesheimê jî Kurdistanî û dostên wan li pêşiya stasyona trenê hatin ba hev û qeyûmên dagirker protestokirin.

Xespkirina şaredariyan li Kolnê jî hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan saet 18:00’an pêr êvarê li Hauptbahnof Kolnê hatin ba hev, alên HDP’ê bilind kirin. AvEG-Kon, YS, HDK, ADHK, Partîzan, Elman KA (Koln Antîfa) jî destek dan çalakiyê.

Hevparên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), HDK-E, AGÎF, Partîzan û Kurdistaniyên li Stuttgartê, li Schlotzplatzê (Meydana Kobanê) hatin ba hev, alên rojava û posterên Ocalan hildan.

Kurdistanî û dostên wan yên ku li Leoplats a Pforzhemê hatin ba hev, dagirkirina şaredariyan protesto kir. Wan got, careke din vîna gelê Kurd hatiye xespkirin.

Li Saarbruckenê bi sedan kesî li pêşiya Europa Galerieyê dagirkirina şaredariyan protesto kir.

Xespkirina şaredariyan li Marienplatz a Munchenê hate protestokirin. Di çalakiyê de belavok hate xwedin û dirûşim hatin gotin. Bang hate kirin ku li dijî darbeya siyasî, hêzên demokrasiyê hemû bibin yek.

Bila Fransa bê deng nemîne

Desteserkirina Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Fransayê jî ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve bi çalakiyên girseyî hate şermezarkirin.

Li paytext Parîsê, Kurdistanî û dostên wan li ser banga CDK-F û TJK-F li meydana Republiqueê civiyan. Wan bi meş  mîtîngekê dagirkirina şaredariyan rûreş kir. Nûnerên saziyên ACTIT, SKB, ADHK-Parîsê jî piştgirî da çalakiyê. Çalakgeran bang li Fransayê jî kir da ku li pêşberî operasyonên qirrkirina siyasî û desteserkirina îradeya gelê Kurd bêdeng nemîne. Girse piştre heta metroya Strasbourgê meşiya. Çalakiya şermezarkirinê bi mîtîngê dewam kir. Qisekeran bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo hilweşandina faşîzmê.

Li bajarê Lorientê jî çalakiyeke protestokirinê pêk hat. Saziyên beşdar piştgiriya HDP’ê kir; wan li ser mijarê dosye radestî şaredariya Lorientê, sendîkayên karkeran, nûnerên partiyên siyasî û çapemeniyê kir.

Kurdistaniyên li Marsîlyayê jî êvarê li meydana Canebiereyê civiyan û bi gotina dirûşmên “Erdogan li dijî şaredariyên Kurdan darbe kir”, “Kujer Erdogan” dest bi meşê kir. Bi sedan kesî piştre li meydana Vieux-Portê çalakiya rûniştinê kir.

Li Rennesê endamên NCDK a Amara û Komeleya Jinê ya Zînê li meydana şaredariyê civiyan û dagirkirina şaredariyan şermezar kir.

Li Bordeauxê bi sedan kes kom bûn û dagirkeriya dewleta Tirk rûreş kir.

Li bajarê Strasbourgê Kurd û dostên wan bi çalakiyekê dagirkirina şaredariyan şermezar kir. Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewrûpayê Fayîk Yagizay dagirkerî weke kirinên faşîzan li dijî demokrasiyê bi nav kir.

Dewleta Tirk dijminatiya Kurdan dike

Desteserkirina 3 Şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP’î li paytexta Ingilistanê Londonê jî bi beşdariya saziyên demokratîk hate şermezarkirin.

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê komeke qelebalix li ber Pirtûkxaneya Woodgreen a li bakurê Londonê kom bû û dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar kir.

Nûnerên saziyan diyar kirin ku desteserkirina şaredariyan darbe ye û wan got, ev yek helwêsteke dijminane ye li dijî gelê Kurd.

Ji bo çalakiya Şemiyê ya li meydana Trafalgar a Londonê jî banga beşdariyê hate kirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN