Şanoger Îhsan Arat anî ziman ku şano bikaranîna zimanê Kurdî teşwîq dike û got, “Divê em di şanoya bi Kurdî de bi israr bin.” Şanoger Îhsan Arat, M. Salîh Çîçekyuzlu û Ridvan Algul ku di Şanoya Şaredariya Êlihê de dixebitîn, piştî şano hat girtin, koma bi navê Şano Rîtuel ava kirin. Kom qederê beriya bi salekê hat avakirin û heta niha 4 lîstik nîşan dane.

Şanoger Îhsan Arat, bi bîr xist ku wî par şanoya bi navê “Kabîl Ka Habîl?” nivîsandiye û got, lîstik bi Kurdî derketiye ser dikê.

Arat, destnîşan kir ku divê şano bi Kurdî be û got, “Wexta em behsa şanoya Kurdî dikin, em tenê behsa tevgerîna li ser dikê nakin. Wexta em behsa şanoya Kurdî dikin, em behsa mîtosan, çîrokan û çanda Kurdî dikin. Lê her çend nikaribim baş bi Kurdî binivîsim jî, di şanoya bi Kurdî de israr dikim û piştî me metin wergerand Kurdî me ew i ser dikê bi ruh û gewde kir. Ji bo israrkirin û dewama vê yekê min ev metn wekî pirtûk çap kir.”

Şano divê teşwîq bike 

Şanoger Îhsan Arat, destnîşan kir ku lîstikên bi Kurdî ji bo axaftina bi Kurdî wêrekiyê li temaşevanan peyde dikin û got, “Ji bo axaftina rojane û hînbûna bi Kurdî, şano teşwîq dike, lê diyar nake. Ji bo parastin û bipêşxistina Kurdî pêdivî bi gelek saziyan heye. Lê divê şano jî ya dikeve ser milê xwe bike û Kurdî teşwîq bike.”

 

MA/ÊLIH