
Di epîzoda dawî ya filma Star Warsê de (ji 15´ê Kanûnê li Ewrûpa tê nîşandan), yek ji heywanên herî zêde tesîrê dike yê nû roviyê krîstalî ye, Ev roviyê krîstalî di danasîna vê epîzoda bi navê “Jediyê dawî” de li nava welatekî qeşagirtî baz dide.
Ev heywan vulptex (pirhejmara wê vulptices e), li gerstêrka bi navê Crait e, ku di warê mînaralen de dewlemend û berê kî Hevgirtina Serhildêran xwe lê vedişart.
Piştî bûyerên di trîlojiya orjînal de, vulptices serbest man Craitê û kirin ku dîmenê vê gerstêrkê bîhnê li mirovî biçikîne.
Li gorî fikra senarîstan, ev heywana bedew û delal, mînaralên li ser gerstêrkê dixwe û pê re jî ew bi xwe dibe roviyekî krîstalî. Qet nebe, çêkerên filmê wisa ji serekê Kargeha Çêkirina Efektên Pratîk, Neal Scalan re gotiye. Li gorî wî, “Dîzaynkeran îlhama xwe ji Şemdanên ji cama krîstal û di wan de şikiyana roniyê” girtiye. Bi her halî di dawiyê de 25 hezar krîstal tên bi kar anîn da ku vî roviyî çêkin.
Herçî ruhpêanîna wî ye, Scanlan wiha rave dike: “Em kombînasyoneke bûkeke lîstik a bi destan tê livandin, anîmatronîkên di rû de û em ê versiyoneke wê ya bê qisûr çêkin ji bo tîma CGI da ku derhêner Rian Johnson bi kêfa dilê xwe karibe bi kar bîne.”
Vulptices ne ku tenê pirr bedew xuya dikin, ew di serpêhatiya di film de jî bi dewreke muhim radibin. Di nava filmê de xisleta wan a biriqîna di tariyê de dike ku ew rohniyeke rênîşandar bin ji bo qehremanên filmê.
LOS ANGELES