Îlhan diyar kir ku mebesta van êrîş û astengiyan ew e ku dixwazin Mexmûriyan teslîm bigirin û Mexmûrê vala bikin û wiha peyivî; ‘’ Ev êriş bi destê dewleta Tirk û PDK’ê têne kirin. Lê ev 22 sal in, van polîtîkayan dimeşînin û nekarîn me teslîm bigirin û ji niha û şûn de jî wê nikaribin.’’

Îlhan diyar kir ku di van deman de nîqaşên kongra neteweyî têne kirin, divê her kes bi baldarî tevbigere û xwest ku PDK di zûtirîn demê de dev ji vê siyaseta xwe berde.

Îlhan diyar kir ku polîtîkayên li ser Mexmûrê polîtîkayên hevpar ên dewleta Tirk û PDK’ê ne û mebest ji van polîtîkayan jî ew e ku Mexmûrê radest bigirin û ji bo vê sedemê jî van polîtîkayên qirêj didin meşandin, çawa ku berê jî bi van polîtîkayan nekarîn Mexmûriyan radest bigirin, wê ji niha û şûn de jî nikaribin. Bi berdewamî Îlhan got, ji 2014’an ve polîtîkayên PDK’ê yên li ser Mexmûrê sazkar in û wiha peyivî: ‘’Ji ber ku armanc ew e ku Mexmûrê bi temamî tesfiye bikin, teslîm bigirin û bi vî awayî dixwazin gel bi birçîbûnê terbiye bikin.’’

Îlhan diyar kir ku helwesta wan li hemberî polîtîkayên valakirina Mexmûrê wê pir tund be û xwest ku demildest PDK dev ji van polîtîkayên xwe yên bi vî rengî berde. 


ANF / HEWLÊR