Hunermendê Kurd Diljen Ronî ku bi rêbaza pop-rock distirê û albûma xwe ya nû bi navê “Xewna Derew” danî ber guhdaran. Diljen Ronî ji bo ku Kurd ne li Tirkî lê Kurdî bihisînin, dibêje, “Kurdan dema ku li rocka Kurdî guhdarî kir, wê kêfa wan jê re bê.”
Albûma nû ya hunermendê Kurd Diljen Ronî “Xewna Derew” ji Kom Muzîkê derket. Albûm ji stranên pop-rockê pêk tê. Ronî, berhema ‘Sînê’ ya solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî ji nû ve şîrove kir. Her wiha strana “Ez û Yar” a Cegerxwîn ku muzîka wê Hozan Dilgeş çêkir, xwend.
Albûma “Xewna Derew” ji 9 stranan pêk tê û gotinên 4´an ji wan ji aliyê Ronî ve hatine nivîsandin. Muzîka 7 stranan jî ji aliyê wî ve hatiye çêkirin.
Ronî diyar kir, di muzîka Kurdî de zêde rêbazên cihê nînin û got, “Ev yek kêmasî ye. Kêm mirov hene ku muzîka rockê çêdikin. Yek ji van Ciwan Haco ye. Ez heyranê wî me. Lewma, dibe ku ji ber vê yekê dengê min dişibînin yê wî. Lê ev rêbaz rêbaza min e û bi vî rengî hîn bi hêsanî distirêm.”
Li pop û rockê vekirîbin
Diljen Ronî diyar kir, di navbera konjonktura salên 90’î ya niha de gelek cudahî hene û wiha dewam kir: “Divê mirov niha muzîkên hîn baştir derxînin. Pêwîstî bi avabûna bazara vê heye, ji ber ku pirsgirêka herî mezin a stranbêjên Kurdî ew e ku berhemên xwe nikarin bigihînin gel.”
Ronî anî ziman ku mîsyona wî ya herî mezin e ew e ku bibêje, ‘Li şûna Kurd li pop a Tirkî guhdarî bikin, bila li popa Kurdî guhdarî bike. Li şûna ku li rocka Tirkî guhdarî bikin, bila li rocka Kurdî guhdarî bikin’. Bi vê armancê min berhem afirandin. Kurdan dema ku li rocka Kurdî guhdarî kir, kêfa wan wê gelekî jê re bê, ji ber ku bi zimanê wan ê dayikê ye. Lewma, divê mirov li vê rêbazê vekirî bin.”
Xewna Derew hewla Kurdî
Diljen Ronî diyar kir ku wî albûma xwe ya destpêkê ya bi navê “Çend Gotinên Evînê” li Cizîrê amade kiribû û got, “Ji ber ku albûma destpêkê bû, berpirsyariya min giran bû. Ya rastî, rêbaza min pop-rock e. Bi vê rêbazê ez dikarim xwe hêsanîtir îfade bikim. Lê belê ji ber ku aliyekî min Botanî ye, ez bi stranên wê derê mezin bûm. Di bingeha hunerê min de şopa Mihemed Arif Cizîrî xurt e. Bêguman derfetan jî bandor li rewşê kir. Piştî ku min got, ‘Ez êdî amade me‘, min dest bi afirandina rêbaza xwe kir.
Min li qeydên li stranên gelêrî yên Kurdî yên malê, li konserê yan jî li devereke din hatine kişandin, guhdarî kir û paşê biryar da ku albûma Klasîkên Kurdî derxînim. Ji bo li muzîka Kurdî ya klasîk bê, min bi hemû detayan di wê formatê de got. Lê ev albûm nîşaneya min e. Dema ku Diljen Ronî were gotin wê albûma Xewna Derew bê bîra mirovan. Ji ber ku albûmên min ên ji niha û pê ve, wê mîna vê bin.”
Piştî gotin, demsal û klasîkan
Li ser naveroka albûma “Xewna Derew” Diljen Ronî got, “Gotinên 3 stranên albûmê yên Muslum Aslan in.” Wî diyar kir ku di albûmê de ew bi bas gîtarîstê navdar Îsmaîl Soyberk, mûzîsyen û aranjor Ayhan Orhûntaş û Alper Atakan ku aranjorî ji gelek stranbêjên muzîka pop a Tirkî re kiriye, xebitiye.
Diljen Ronî sala 2008’an bi albûma xwe ya bi navê “Çend Gotinên Evînê” navê xwe da naskirin. Piştre sala 2012’an albûma “Du Demsal” û sala 2018’an jî “Çile-Klasîkên Kurdî” pêşkêşî guhdaran kir.
ANF/STENBOL