Ilm ne ku bi xwendin û zanînê dibe ilm, ilm bi meraq û şikjêbirinê dibe ilm. Gelek caran gava ku mirov li rabihuriya Rojhilata Navîn dinihêre, mirov berê xwe dide hezarsalên bihurî. Di rastiyê de piştî sedsala 8´an nexasim jî sedsala dehan û 11´an jî ji wan deman in ku li Rojhilata Navîn û Nêzîk, qedrê ilmê bilindtir bû ji qedrê wê li gelek deverên din ên cihanê.

Li aliyekî rêveberên siyasî û xelîfên li Bexdayê, Qahîrê û Qurtûbayê (Cordoba) bêhtir derfet didan alim û zanyaran li zanînê bigerin (li vir divê bê gotin, bêyî wergerên ber bi Erebî ve yên dinya antîk, wê ronesansa li Îtalya û Ewrûpayê mumkin nebûya), li aliyê din jî wan destûr da ku bêhtir şik ji heta hingê dihat zanîn û jê dihat bawerkirin, bê kirin.

Ji bo em ji meseleyê fêm bikin, belkî du mînak alîkar bin. Yek jê Ebû Elî el-Hesen ibn el-Heytem e ku teqrîben 965´an li Basrayê ji dayik bûye û li Qahîreyê 1040´î wefat kiriye. Ew, ew kes bi xwe ye ku sirra roniyê ji bo cara yekê lê eşkere kiriye. Matematîkvanek, optîkerek û astronomekî ser xwe re bûye. Wî berhemên fêmkirin û agahiyên sereke nivîsîn li optîk, astronomî, matematîk û meteorolojî. Em bi kêm tiştan derbarê jiyana wî de zanibin jî, bi rêya berhemên wî em dizanin ka ew çi jêhatî bûye. Ji agahiyên heqîqî bêhtir efsane li ser wî hene. Em pê dizanin ku ew li cem xelîfê li Qahîreyê, El-Hekîm bûye, li wir, li Mala Zanînê (Beyt ul-Ilm) kar dike û wî ji bo kontrolkirina lehiyên li ser çemê Nîlê projeyek pêşniyaz kiriye û Xelîf El-Hekîm ev pêşniyaz red kiriye.

Axir yek ji wan efsaneyên li ser wî îşaret bi qelsiyeke zanista hingê û bi ya min di roja me ya îro de weke bar û giranî siviktir nebûye li ser pişta zanistê: li gorî efsaneyê ji bo ku yan biserneketina projeya xwe binixumîne, yan jî ji bo ku êdî hîç karên îdarî neke û tenê bi ilm rabe, xwe li nexweşiyeke ruhî datîne. Paşê jî li Beyt ul-Ilm tenê bi zanistê radibe.

Roja me ya îro, hîç şika min jê nîne ku hem dem û hem enerjiya zanyar û aliman herî kêrî kêm biqasî ku zanistê bikin, li karên îdarî diçe. Diyar e Ibn el-Heytem karî xwe bi nîvdînîtiyekê ji vî karî xilas bike. Û piştî mirina xelîf di sala 1021´ê de li pêşberî me êdî Ibn el-Heytemekî mucîzewî heye; alimekî di ser xwe re.

Di matematîkê de bi pirsgirêka teoriya hejmaran û geometriyê re dadikeve, lê karê wî yê bi rastî tecrûbe û ezmûnên wî yên bi roniyê re ne. Di serdema antîk de arîsto ne tê de, zanyarên weke Oyklîd û Ptolemoys jî di navê aliman bawer dikir ku çav bi rêya "tîrêjên dîtinê" dibîne, ango çavkaniya dîtinê çav bi xwe ye. Arîsto bi xwe hizr dikir ronî bêyî çav xweser jî heye. Hasilî, Ibn-el-Heytem îsbat dikir ku fikra "tîrêjên dîtinê" şaş e. Wî ev pirsgirêk bi tehlîleke çavî bi xwe da ber xwe û pê hisiya ka dewra mercekê ji bo dîtinê çiqasî girîng e. Wî paşê teoriya şikestina roniyê jî sererast kir. Ew pê hisiya ku mercekên camî bi kêra mezinkirina optîk tên. Wî tecrûbeyê têkelhevkirin arengan û Camera Obscura (kameraya di tariyê de) jî birêve birin. Dawiya dawî, wî kir ku Friedrich Wilhelm Herschel ji rengên roniya şikestî fêm bike, wî ew rê danî ku pê Albert Einstein karîbû li roniyê û leza wê ya mutleq herî bi lez bifikire. Ji bo girîngiya wî em fêm bikin, Ibn e-Heytem yekem kes bû ku pêşî ezmûn û tecrûbe kirin û paşê li gorî encaman teorî bi pêş xistin.

Mînaka duyem jî Ebû Hamid Muhemmed Ibn Muhemmed el-Xezalî ye. Ew 1058´an nêzî Meşedê ji dayik bûye û 1111´an jî miriye. Teolog, fîlozof û sufiyekî Fars bû. Wî mentiq, nexasim metiqê Arîsto li teologî û şerîeta Îslamî zêde kir. Lê ne bi awayekî ku şik û gumanê xurt bike, lê pêşiyê lê bigire. Îdîaya rasyonelbûnê ya dînî çawa kir ku dêra katolîk rê li ber ilm bigire, ev kirina Xezalî jî rê li ber heman tiştî vekir. Bi fîlozofiya xwe ya dînî wî "heqîqetên" baweriyê û "wehî" bi rêya fîlozofiyê li dijî şik û gumanên fîlozofiyê bi xwe diparastin. Weke mînak wî zewac weke peymaneke koletiyê didît ku tê de jin kole be.

Ez dirêj nekim meseleyê, xulaseya xwe bibêjim; heta ku şik û guman destûrdarbûn ilm jî destûrdar bû, gava şik û guman diviyabûn bên pûçkirin jî ilm û zanist jî hat pûçkirin. Ji bo ilm û zanistê meydaneke fireh û ji karûbarên derveryî zanistî şuştî û azad divê. Bi ya min mirov dikare vê jî li mijarên beriya niha di vê quncikê de elaqedarî exlaqê zanistê, pirsgirêkên sereke yên serxwebûna zanistê zêde bike.