Wolfgang Bok weke şirovekerekî mêvan ji Neu Zuricher Zeitung re behsa îluzyona xweşhaliyê ya li Elmanyayê kir. Bi ya wî krîza koronayê jî ev îlûzyona hanê bi carekê da der. Ew dibêje, di nava 2 hefteyan de bi carekê hejmara kesên hewce zêde dibe, ev jî nîşan dide ku ew xweşhaliya dewleta Elman pê pesnê xwe dide, îluzyonek e. Ew vê yekê weke çelexwariya dewleta zengîn û welatiyên feqîr rave dike. Mesela li Elmanyayê bi tenê ji sedî 42.1’ê xelkê di xaniyê xwe bi xwe de ne. Yên mayî yanî ji sedî 57.9 di kirê de ne. Ji bo mirov karibe li ber hev bigire, li Rojhilat û Başûrê Ewrûpayê ji sedî 70’yê mirovan ne mecbûr in pereyên xwe bidin kirê. Jixwe statîstîk jî vê feqîriya Elmanyayê nîşan didin; mehane dahata bi navînî ya kesekê/î li Elmanyayê 1869 euroyên safî ye. Ew hejmareke din jî parve dike; ji sedî 41’ê xelkê Elmanyayê xwediyê maldariyeke kêmtir ji 10 hezar dolarî ye. Tevî ku zengînî li Elmanyayê gelek e jî welatî hemû jê sûdê wernagirin li gorî Wolfgang Bok; û ev hejmarên hanê jî vê yekê rave dikin. Li gorî Wolfgang Bok encamên îluzyonê yên nava Elmanya û derveyî wê wiha dikarin bi kurtî bên îfadekirin: Ji bo zêdeyê welatî û şirketan rezerv kêm in. Û li derve jî ew destên li alîkariyê vekirî, vediguherin kulman. NAVENDA NÛÇEYAN