IMK: Divê Elmanya nelezîne
NÎHAL BAYRAM
Yek ji saziya li rêza pêş a fikir û ekonomiyê ya Elmanyayê IMK der barê tevdîrên şewba koronayê de hinek pêşniyaz ji bo hukûmetê kirin. Sazî dibêje, li şûna ku tevdîr bi lez bêne rakirin, divê gav bi gav bêne rakirin.
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel wê çarşemê (sibe) bi serokwezîrên eyaletan re der barê tevdîrên şewba koronayê de civînekê bike. Beriya civînê pirspor û zanyar pêşniyazên xwe dikin.
Dibe ku zirar mezintir be!
Dîrektorê Înstîtuya Makroekonomî û Lêkolînên Ekonomîk a Elmanyayê (IMK) Sebestîan Dullien bi gotina “zû nekin, nelezînin” hişyar kir û got, “Em dikarin tevdîran heta Gulanê dewam bikin û ev zirarê bide ekonomiya Elmanyayê jî wê ji hilweşîna ji nişkê ve çêtir be. Naxwe, wê pêvajya “bisekine” û “dîsa destpê bike” bêhtir bi zirar be.
Dullien got, “Eger tevahiya du hefteyan deriyê her derê were vekirin û paşê 2 mehan bêne girtin wê ev yek bi kêra aboriyê neyê, berevajî wê zirareke mezin bi xwe re bîne.”
Sazî dixwaze gav bi gav tevdîr bêne sistkirin û pêvajo were şopandin.
Hin ji tevdîrên sazî pêşniyaz dike, ev in:
Divê her kes maske bi kar bîne
* Divê beşek ji dibistan û krêşan destpê bikin, di nava kesan û sinifan de mesafe hebe.
* Divê ketina dukan û kargehên piçûk bi kontrol be, destûra hejmarên zêde neyê dayîn.
* Divê bikaranîna maskeyê rojane û birêkûpêk li ser welatiyan were ferzkirin. Niha li Elmanyayê têra xwe maske tinene; ji bo vê jî divê bi lez maske bêne çêkirin.
* Divê ferd bêne testkirin û bi bernameyên App bêne şopandin.
* Li herêmên rêjeya înfeksiyonê kêm be, divê gastronomî, dukan, kargehên piçûk û dibistan ji nû ve bêne vekirin. Lê divê tenê niştecihên wê herêmê bi kar bînin.
* Nexasim li dibistanan divê perwerdeya dijîtal were bipêşvebirin. Ji bo vê jîmirov laptop û tabletan bêpere bide malbatên ji wan nayê van amûran bikirin.