Misilmantî, aliyekî xwe fedekarî ye, aliyekî xwe jî çîlekêşiya di “inzîwa” de ye. Ferageta ji xwe, ji malê cîhanê ye. Lê mirovên li dijî Kurdan şer dikin, belengazên baweriya hiş û raman, bêzarên olî û neçarên dilsoziyê ne. Ji ber vê jî dîlên nefsî ne, qurbanê propagenda reş in. Barbariya olê dikin, talangeriya “sêva sor” û “kujeriya mogolî” dikin. Giyanê wan, mêjiyê wan zincîr û lele kirî ne.
Berî çend rojan; doktorekî Rojhilatî, diyar kir ku di berîkê van kesan de, hebên BENZEX X derdikevin. Benzex X, ji bo nexweşên şîzofrenîk tê bikar anîn.
şîzofrenî newrozîtîk e, nexweşiya mêjî ye.
Ev kes, ji termînolojiya misilmantiyêjî dûr in. Mêjiyê xapandî ne. Di defterên wan de jî, sloganên xwînê nivîsî ne. Hêzên paradoksal in.
Misilmantî nikare paradoksal be... Mixabin misilmantiya tirkan, ereban paradoksal e û pêşengîtiya kesên paradoksal jî dikin... Bawerî û dîtîna paradoksal, her tiştên nû û nûjeniyê, mirovên azad, hiş û ramanê azad red dike. Gotina “barbar” ji bo kesên wiha hatiye gotin... Cengîzxan jî, Tîmurleng jî, tevahiya Siltanên Osmanî jî wiha ne û paradoksal in... Vê zihniyetê, sîstema dewşirmetiyê afirand... Dewşirmetî, bêbinyatî, bêbavtî, bêjî-kirina mirovan e. Dewşirme, wek gurên du lingî ne û di postikên mirovan de ne. Dewşrime kole ye û kole dike, riya sêyemîn nîne.
Ev baweriya misilmantiya katolîk e û bi hiş û ramanê tolhildanê siyasetê dimeşînin... Rastiyê, di bûyerê de nabînin, di encamê de dibînin, lewm fetwayên gunehkariyê didin. Fetwa karekî ciddî ye... Lê siltanên Osmaniyan, serok û şêxên cemaetan, meşruiyeta fetwa dane winda kirin û kirine rewşeke drametîk... Ji hukmê “şer’î” dûr kirine. Komên bi navê misilmantiyê li Rojava û Suirye şer dikin jî, mizgeft û dêran xerab dikin û “fetwa fewahîş” didin. Di kirasê “fetwa-penah” de (2) haraket dikin. Cûdatiya koman û desthilatdarên ku wan destekê dikin, ji karîkaturîstên Danîmarkî nîne...
Kesên ji Çeçenîstanê, ji Libya, Tunusê, Afganîstanê, ji Kurdistan û Tirkiyê diçine Rojava û li dijî Kurdan şer dikin, bi “fetwa-penah” hatine xapandin û koleyên gunehkar in... Fetullah Gulen, li Emerîka jiyanek arîstokratî dijî, lê bazirganiya koletiyê dike... Cîhanek koledariya mîna emperyalên Roma ava kiriye... Dibin navê “ol û xweda”de sazî û komeleyan vedikin û wek çavkaniya davik, kemîn û xefkên kolekirinê bikartînin. Cemaeta Gulen, li Tirkiyê hevparê desthilatdariyê ne û pêşengên wan jî jiyanek arîstokratî dijîn. Medya wan neynika wan e. Ji exlaqê ademî dûr in, derewan dikin, heyama trawmatîk sazkar kirine û kirine bingeha cîhana derewan. Bi peran koleyên modern, bi qrewat dikirin û zincîr dikin... Qelemşorên ku dikevine davika cemaetê jî mînaka vê ye. Koletî, destpêka kolonîkirina welatan û kolekirina gelan e.
Di cîhana komên newrozîtîka olî de, sê tiştên metirsînî, lê bi hevûdin ve girêdayî hene... Kuştina serjêkirinê, talankirina bi navê xweda û wêran kirina bi slogana allahuekber... Ev spazma cezakirinê ye û li ser bingeha nexweşiya şîzofrenîk ava dibe... Spazma kar û bazarê!.. Ev spazma bê exlakî û can-sivik-bûnê ye. Kar û bazar, bi kolekirin, kuştin, talan û wêrankirinê ve girêdayî ye... Dema ku ev sê tişt pêkhatin, bêexlakî, destdirêjî, şehwet û kirêtî dest pê dike. Aliyekî vê rewşê “spazma xwe cezakirinê” ye, aliyekî wê jî krîza olî ye... Ev bingeha nexweşiya şîzofrenîk e.
Cemaeta Gulen jî, desthilatdariya Erdogan jî, dewletên ereban jî, ji koleyên ku li ser navê wan şerê li dijî Kurdan dikin, jinan kom dikin û pêşkêşî wan dikin. Ev “fetwa fewahîş” û xirrandina “behişta cinsî” ye. Cûreyek ji lejyonên Roma...
Împaretoriya Cemaeta Gulen û desthilatdariya Erdogan, li aliyê tirkan alkolê qedexe dikin, yan jî dikine bin kontrolê. Li Kurdistanê teşwîk dikin... Bê exlaqiya aşûfteyî, dibin sîwana malên olî û dezgehên pîşeyî de teşwîk dikin. Lewitandin û gemarî kirina exlaq û vijdan jî ev e... Îslamiyet vî pîşeyî û kesên vî pîşeyî dikin, teşwîk dikin red dike. Hetikberî, rûreşî û şermezariya qewmê Lut e...
Ev gunehkarî, ne bi Hacer-ul Eswed, ne bi Ahd-î Cedîd û ne bi Ahd-î Atîk tê helal kirin. Mirovên ku bi van nirxan teva neyên paqij kirin, di tofana zulumkariya paradoksal de û di pêpelûkên zulumkariya olî de dibê rêwingiyê dojehê... Îbadetê bikê jî mahkumê lanetkirinê ye
–Fetwa fewahîş, fetwebazên aşûfte
- Fetwa-penah”, kesên ku fetwa dike mertalê kirêtiyên xwe.
Împaretorıya koleyan cemaat
Exlaqê ol û oldaran cûda ye. Lewma dibêjin, kesê nîfaqê bike nava ehl-î îslamê, ji îslamê der e, kafir e. Hêzên ku bi navê îslamê li Rojava kujeriyê dikin, ev rengê mirovan e û bi “fetwa fewahîş” (1) bûne koleyên vê heyama drametik. Kesên wiha nexweşên newrozî ne. Kole ne û baweriyê bi xwe jî nayînin û xwedî mêjiyekî kurmî ne. Her dem dikarin xwe jî, kesên li dora xwe jî bikujin.