Yek ji festîvalên filman ku bi qedrê dide huner navdar e, Festîvala Fîlman a Cannesê, îsalji bo cara 72’yan wê di navbera 14 û 25’ê Gulanê de li dar keve. Niha endamên juriya festîvalê hatin eşkerekirin. Serokatiya Juriyê dê derhênerê meksîkî Alejandro Gonzalez Inarritu bike. Her wiha lîstikvana Emerîkî Elle Fanning, lîstikvana ji Senegalê Maimouna N’diaye, derhênerê Yewnan Yorgos Lanthimos, lîstikvana Ingilîz Olivia Colman her wiha lîstikvan Kelly Reichardt û derhêner Robin Campillo jî di nav juriyê de ne.
Derhênerê Meksîkî, Inarritu sala 2015’an bi filmê xwe “Birdman” Xelata Derhênerê Herî Serketî, Filma Herî Serketî û Senaryoya Xweser a Herî Serketî; Di sala 2016’an de jî bi filma xwe “Vejîn” Xelata Derhênerê Herî Serketî wergirtibû.
PARÎS