Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê doh diyar kir ku di çalakî û şerê şêvê din û doh de li Kobanê 33 çeteyên DAIŞ‘ê hatine kuştin, gelek cebilxane hatine desteserkirin. Di pevçûnan de ku YPG gav bi gav çeteyan ji herêmê derdixîne, şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê bi raya giştî re parve kir.  Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên bi armanca dagirkirinê di 15’ê Îlonê de destpê kir, di roja 31. de dewam dikin û da zanîn ku doh di nava rojê û tevahiya şevê de li eniyên rojhilat û başûrê Kobanê şerên dijwar qewimîne. Hat ragihandin ku di vî şerî de hêzên YPG/YPJ’ê hin nuqteyên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, paqij û ewle kirin.

Rewşa Eniya Rojhilat

Navenda Çapemeniyê diyar kir ku li eniya rojhilat, duh ber êvarê êrîşên çeteyan destpê kirin û heta danê vê sibê dewam kirin. Hat ragihandin ku li vê eniyê li nuqteyên cuda şer sîng bi sîng hatiye meşandin û êrîşên çeteyan hatine şikandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şerê li vir de 16 çete hatine kuştin, cenazeyekî çeteyan di destê YPG’ê de ye û 2 kalaşnîkov, çekek AKC, 1 BKC û gelek cebilxane hatine desteserkirin.

Eniyên Başûr û Başûrrojava

Di daxuyaniyê de der barê şerên li eniyên başûrrojhilat û başûr de ev agahî hatin dayîn: “Li eniya başûr-rojhilat ango li Miştenûrê çeteyên DAIŞ’ê doh êvarî û bi şev êrîş kirin, lê hemû êrîşên wan hatin şikandin. Hêzên me li vê eniyê êrîşî wan kirin. Di şer de 11 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Hêzên me dest danîn ser 5 kalaşnîkov, 1 BKC, 6 bombeyên destan û gelek cebilxaneyên van çekan.
Li eniya başûr jî çeteyan duh tevahiya şevê 2 êrîş pêk anîn. Piştî bersiveke tund çete têk çûn û vekişiyan. Hêzên me derbasî êrîşê bûn û nuqteyeke çeteyan dagirkirî ji destê wan girtin. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehat tespîtkirin.
Dîsa li ser rêya Helebê li nêzî salona dawetê ya Seyranê wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat îmhakirin. 6 çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Di şerê 24 saetên dawî de li gorî hatiye tespîtkirin 33 çete hatin kuştin. 7 kalaşînkof, 2 BKC, 1 AKC, 6 bombeyên destan, gelek cebilxane û cenazeyekî çeteyan kete destê hêzên me. Her wiha wesayîtek jî hat rûxandin. Di şerê doh bi şev de hevalekî me bi qehremaniyek mezin li ber xwe da û gihîşt şehadetê.

 KOBANÊ




Li Serêkaniyê çalakiya bi bandor


Hate ragihandin ku li rojavayê bajarê Serêkaniyê şerên dijwar di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan. Di encamê de 30 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Nûçegihana ANHA’yê ragihand ku şevê din şervanên YPG’ê li dijî baregehên çeteyên DAIŞ’ê di navbera gundên Dehma û El-Rawiye yên rojavayê bajarê Serêkaniyê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de Girê Zînkat ji çeteyan hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin, wesayîteke çeteyan tevî çeteyên têde hate rûxandin. Her wiha cenazeyê 20 çeteyan di destên şervanên YPG’ê de ne. Di çalakiyê de şervanên YPG’ê gelek cebilxane jî desteser kirin.

SERÊKANIYÊ