Hunermendên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê li hev civiyan, bi armanca ku hêzên siyasî yên Kurd yekîtiya neteweyî pêk bînin, wê înîsiyatîfekê ava bikin. Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku înîsiyatîf xebatên xwe zêdetir li Kurdistanê wê bimeşîne û hevdîtinan li gel partî û rêxistinên Kurd bike.
Têkildarî bernameya xebat û çalakiyên ku dê înîsiyatîfa hunermendan bimeşîne Xelîl Xemgîn ev agahî dan: “Piştî înîsiyatîf hate ragihandin, ji bo lidarxistina konferanseke neteweyî ya Kurd em difikirin şandeyeke ji hunermendan ava bikin û serdana hemû partî û rêxistinên Kurd bikin. Ev şande wê serdana welat bike û li welat hevdîtinên xwe bike. Navenda hevdîtinên me jî em difikirin Başûrê Kurdistanê be. Ji ber ku nûnerên hemû partî û rêxistinên Kurd pirranî li Başûrê Kurdistanê hene û Başûr jî navendeke girîng e. Di nava şandeyê de wê hunermendên ji Başûrê Kurdistanê jî cih bigirin. Em di nava hewldanê de ne ku bi hunermendên Başûrê Kurdistanê re peywendiyeke xurttir daynin. Xebatên me yên peywendîsazkirinê dewam dikin.”
Xelîl Xemgîn wekî din bang li hemû hunermendên Kurd û bi taybet jî hunermendên Başûrê Kurdistanê kir da ku ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û parastina destketiyên neteweyî pêşengiyê bikin û piştgiriyê bidin xebatan.
NAVENDA NÛÇEYAN