Li gorî daxuyaniyê rewşa şer a li Colemêrgê wiha ye: “Roja 25’ê Îlonê saet 15:00, hêzên me li dijî leşkerên li girê ‘Genîş‘ ê ser bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûyî, çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.” Heman rojê karwanekî eskerî ê ji Çelê diçû navenda Colemêrgê, li nêzî gundê Dawuşa bi çalakiyekê hat derbkirin û wesayîteke zirxî ya tîpa Kobra hat îmhakirin. HPG dide zanîn ku di çalakiyê de 6 esker hatine kuştin.

Heman rojê gerîlayên HPG´ê bi topên hawanê çalakî li dijî qereqola Êrişê ya li navçeya Çelê pêk anî, lê nekarî encaman zelal bike.

Di daxuyaniyê de HPG îşaret bi Operasyona artêşa Tirk a li qada Mergêzerê ya navçeya Colemêrgê Geverê hat kirin û wiha hat gotin, “Roja 25’ê Îlonê saet di 15:30 de, artêşa TC bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî ser girên Bayê. Heman rojê saet di 16:00 de li vir şer qewimî û leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn bi helîkopterên Skorsky hatin rakirin.”

Di daxuyaniya xwe de HPG´ê da zanîn ku hêzên wan roja 25´ê Îlonê li dijî treneke bar a kelûmelên eskerî lê barkirî çalakiyeke sabotajê li dar xistiye di navbera navçeyên Wanê Serav û Qelqeliyê de. Di encama çalakiyê de gelek wagonên trenê îmhabûne û gelek ji wan jî şewitîne.

HPG´ê da zanîn ku heman rojê li dijî tabûra Hespistanê ya li navçeya Wanê Elbakê çalakiyek li dijî avahî û bircan hatiye li dar xistin, lê belê encama derbên xurt hîna nehatiye zelalkirin.


‘Heta em dagirkeriyê biqedînin’

Di dewama daxuyaniyê de gerîlayên YJA Starê yên di şer de jiyana xwe ji dest dayî hatin bîranîn û hat gotin: “Hevalên me Dîren (Zehra Polat), Medya (Şîlan Ozdemîr), Nûda (Şîrîn Atiz), Rewşen (Ûmmû Cîhat Atli) û Viyan (Fadîle Işik) ên dan ser şopa Sema û Zîlanan û dest bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kirin, li gelek qadên têkoşîna me ya berxwedanê bi erka xwe rabûn.Hevala me Dîren di meha Gulanê de li Şirnexê şehîd ket. Di navbera 2’ê Îlonê û 15’ê Îlonê de hevalên me Medya, Nûda, Rewşen û Viyan li Zagrosê şehîd ketin.”

* Nasnav: Dîren Îspîrîz
Nav paşnav: Zehra Polat
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Gulana 2016 / Şirnex

* Nasnav: Medya Çarçella
Nav paşnav: Şîlan Ozdemîr
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Îlona 2016 / Colemêrg

* Nasnav: Nûda Cizîrî
Nav paşnav: Şîrîn Atiz
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Îlona 2016 / Colemêrg

* Nasnav: Rewşen Amed
Nav paşnav: Ûmmû Cîhat Atli
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Îlona 2016 / Colemêrg

* Nasnav: Viyan Dilara
Nav paşnav: Fadîle Işik
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Îlona 2016 / Colemêrg.”