Şervanê YPG’ê yê bi eslê xwe ji Fransayê, Farid Medjahed (Şahin Qereçox) ê ku li Dêra Zorê 6’ê Cotmehê di hemleya li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûbû, li bajarê Franseyê Marsîlyayê hate bibîranîn.
Merasîma bibîranînê li lokala NCDK ya Marsîlyayê hat lidarxistin û ligel malbata Medjahed, hevalên wî û gelek welatî amade bûn.
Di merasîmê de berdevkê komîsyona têkiliyên derve yê NCD’ê Salih Azad axivî û got, “Medjahed ji bo cihaneke dadwer şer kir û şehîd bû. Lewre êdî ew şehîdê Kurdistanê ye.”
Dadwer û humanîst bû
Di merasîmê de bavê Medjahed û hevalên wî jî axivîn û soza xwedîderketina li têkoşîna wî dan. Siyasetvanê Kurd, Xebat Ocalan jî ji malbatê re sersaxî xwest û got, divê her kes xwedî li mîrateya wî û şehîdan derkeve.
Birayê wî Younes Medjahed, jki bo Farid got, “Farîdqîmeteke mezin dida dadweriyê. Ji cihaneke dadwer bawer dikir. Ji tundiyê hez nedikir. Che Guevara û Gandî bandor lê kiribûn. Xwedî xeteke humanîst bû.”
Xwarziya wî, Suad Boukasem jî ji bo Farid got, “Hez dikir ku alîkarî bide kesên pêdiviya wan pê heyî. Hewl dida ku aliyê baş ê her kesî bibîne.”
Hevala Farid a zaroktiyê, Asia Ouahrani jî ji bo wî got, “Farîd, ji bo her kesî mirovekî hêja bû. Her tim gavekê li pêşiya me bû. Her tim aliyê wî yê mirovane derdiket pêş.”
ANF/MARSÎLYA