Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî yê ji Rojhilatê Kurdistanê heya kêliya jiyana xwe ya dawiyê jî ji bo Kurdistaneke azad û bidestxistina mafê mirovan têkoşiya. Salvegera şehîdbûna Muradî ye, lê hîn kujer nehatine eşkerekirin. Piştî şahadeta Îqbal Muradî ji aliyê rejîma Îranê ve kurê wî Zanyar Muradî û biraziyê wî Luqman Muradî hatin darvekirin.
Îqbal Muradî kî ye ?
Îqbal Muradî niştecihê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Muradî di sala 1979’an de weke pêşmergeyekî tevlî şoreşa gelên Îranê dibe. Piştî Komara Îslamî ya Îranê dest danî ser şoreşa gelên Îranê, di sala 1982’ê de hate binçavkirin û piştre ew şandin Girtîgeha Merîwan a girêdayî parêzgeha Sineyê.
Muradî 2 salan di girtîgehê de dimîne şûnde, piştî ji zîndanê derdikeve dîsa xebat û têkoşîna xwe ya ji bo Îraneke demokratîk dewam dike. Hêzên Îtlaata Îranê timî gef li Muradî dixwin û ew jî neçar dimîne di sala 2005’an de ji Rojhilatê Kurdistanê koçê bajarê Pênciwên ya Başûrê Kurdistanê bibe.
Muradî di sala 2010’ê de bi awayeke fermî dest ji endamtiya Komeleya Şoreşgeranî Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê ber dide, weke welatparêz û aligirek ê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xebat û têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û mafê mirovan dewam dike.
Rejîma Îranê gef lê dixwarin
Îqbal Muradî endamê desteya rêveber a Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê bû û timî li dijî dagirkerên li ser Kurdistan û gelê Kurd têkoşiya. Îqbal Muradî şeva 17’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Pêncwên a ser bi parêzgeha Silêmanî hate qetilkirin. Tevî ku salek li ser qetilkirina Muradî jî derbas bûye hîn kujer ne hatine girtin û hesap ne hatiye pirsîn.
DANA OMER/ROJNEWS/SILÊMANÎ