Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Koordînasyona Yekîtiya Star bi daxuyaniyên nivîskî, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê silav kirin.

Daxuyaniya ku di malpera înternetê ya PKK’ê de hate weşandin wiha ye:
“Beriya her tiştî em afirînerên şoreşa 19’ê Tîrmehê şehîdên leheng ên Rojava bi minnetdarî bibîr tînin,  Kurd û gelên Rojava yên cefakar ên li hemberî hemû êrîşên navneteweyî û paşverûtiya herêmî şoreşa Rojava parastin bi rêzdarî silav dikin.
Şoreşa Rojava nîşanî tevahiya cîhanê daye ku hêzên serdest ên navneteweyî û statukoparêzên herêmî ji bilî girankirina pirsgirêkên gelan xwedî îradeyeke çareseriyê nîn in û çareseriya rastî jî modela neteweya demokratîk a ku gelan bi vîna xwe ya cewherî destnîşan kirî ye.
Li ser vê bingehê gelên me yên li Rojava, di çarçoveya paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, ekolojîk û neteweya demokratîk, rêveberiya xwe ya xweser ava kirine û li ser bingeha parastinê gaveke şoreşgerî avêtine. Di 21’ê Çileya 2014’an de îlana herêma kanton a xweser ya li ser bingeha vîna hevpar a gelên Kurd, Ereb û Suryanî yên li herêm Cizîrê, di rêya çareseriya li Sûriyeyê de gaveke demokratîk, wekhev û azadîparêz e ku hatiye avêtin. Li gorî me, pêwîste her kes xwedî li vê vîna çareseriyê ya xwe dispêre xwişk û biratiya gelan derkevin û hurmetê nîşan bidin.
Weke PKK em destnîşan dikin ku em ê her tim li gel çareseriya demokratîk û neteweya azad a gelan bin.”  

Yekîtiya Star: Têkoşînê bilind bikin  
Koordînasyona Yekîtiya Star îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li hemû pêkhateyan pîroz kir û bal kişand ku ev encama keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê ye. Yekîtiya Star diyar kir ku rêveberiyê ji bo hemû bindest û azadîxwazan bûye mînak û bang li hemû jinan hate kirin ku di çarçoveya kampanyaya “bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve” de têkoşînê bilind bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li dijî van hewldanan divê hêza têkoşînê bê bilindkirin û wiha hate gotin: “Niha roj roja gelên Rojava ye. Roj bilindkirina têkoşînê ye, têkoşîna xweparastinê, têkoşîna rêxistinkirinê, têkoşîna azadiya jinê ye.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê damezirandina xwe îlan kiriye û kantonên Kobanê û Efrînê jî di vî warî de gavên dawiyê di avêjin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku damezirandina Kantona Cizîrê ji bo demokrasî, xwe birêvebirin û azadiya jinê gaveke mezin e, di heman demê de di têkoşîna azadiya jine de ji pêngaveke girîng e.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em wekî Yekîtiya Star damezirandina Kantona Cizîrê û 22 şêwirdarên Kantonê pîroz dikin, di kar û xebata van de serkeftinê dixwazin. Ev damezirandin di serê de bi keda Rêber Apo, têkoşîna şehidên me yên şoreşê re çêbûye. Em di çarçoveya pêngava ‘bi jinên azad re ber bi xweseriya demokratîk ve’ de têkoşîna xwe bilind bikin. Em di vê bingehê de bang li hemû jinên Rojava dikin ku tevlî pengavê bibin. Disa damezirandina rêveberiya xweseriya demokratik a Cizîrê li hemû gelê Kurd û pêkhatêyên ereb, suryan û hwd pîroz dikin.”

ANF/BEHDÎNAN