Pervîn Buldan bi bîrxist ku parlamenterên ku bi dengê gel hatine hilbijartin di girtîgehan de ne û divê demildest nûnerên gel serbest bên berdan û tevli xebatên meclisê bibin. Buldan anî ziman ku AKP her tim rojevên rast nade nîqaşkirin, pêşniyar û hişyariyên muxalefetê li ber çavan nagire. Buldan bi bîrxist ku di nav salekê de 1900 pirsnameyên bi nivîskî û devkî, 360 pirsnameyên lêkolînê, 100 teklîfên qanûnê, 600 caran kursiyê meclisê bi kar anîne, 150 caran daxuyanî dane û 40 caran pêşniyarên komê pêşkeşkirine.
Rojevên bingehîn nehatin nîqaşkirin
Buldan bal kişand gavên ku werin avêtin û wiha got: "Ji bo berfirehkirina azadiya siyaset, rêxistinbûyîn, îfade û fikrî, azadiya çapemeniyê, kêmkirina benda hilbijartinê, rakirina TMK'ê, avakirina Komîsyona Heqîqet û Lêkolînê, qedexeya ji bo progandaya zimanê zikmakî, sînorkirina girtinên demdirêj, rakirina mehkemeyên xwedî peywira taybet, rakirina pergala cerdevaniyê, ji bo malên cem bibin îbadetxane, partiyên ku ji sedî 1'î zêdetir deng digirin alîkariya xezineyê bigirin, qedexeyên ji bo çalakiyan bên rakirin, peywirên ku ji bo polîsan hatine dayîn bên sînorkirin, cezayê ji bo sûce rik û lîncê bên zedekirin, pêşî li şîdeta li hember jinê bê girtin, di rêveberiyên herêmî de li gorî Yekitiya Ewropayê û xweseriyên herêmî pêk bên û gelek mijarên din de teklîfên qanûnê hatin dayîn. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên girîng in." Buldan destnîşan kir ku bi dengê AKP'ê destur nehat dayîn rojevên esasî yên welat li meclisê bên nîqaşkirin.
'Reformên demokratîk nexistin rojevê´
Baluken jî balkişand ku mirin û rondikên çavan hatine rawestandin û da zanîn ku di demek wiha de, di rojeva parlamentoyê de reformên demokratîk tune ye. Balukên balkişand ser komîsyona çaresereriyê û got ku her çiqas ev komîsyon têrê neke jî, hê hêviyek baş dide. Baluken diyar kir ku wan di serî de heta niha xwestiye parlamento dest bi betlaneyê neke û xwest ku demildest hikumet gavê demokratîk biavêje. Baluken anî ziman ku divê piştî Remezanê meclîs bi lezgînî li hev bicive û ji bo derxistina makeqanûna nû dest bi xebatê bike. Baluken di berdewamê de balkişand ser 48 xalên makeqanûnê ku di komîsyona li hevhatinê de ji aliyê partiyên di ve jî hatiye qebûlkirin û da zanîn ku ev 48 xal tenê serê xwe bersiv nade daxwazên raya gişti.
DÎHA/ENQERE