Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli li rûniştina 42´yan a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê peyivî û got, “Dem e êdî ku em guh bidin wijdanê xwe û li dijî vê rewşê rawestin.”
Mizrakli bi rêya vîdeo konferansê beşdarî panela Tevgera li dijî Nîjadperestiyê û Piştevaniya Gelan (MRAP) bû. Mizrakli rûniştinên konseyê silav kirin û diyar kir, ji ber ku derketina derveyî welat li wî hatiye qedexekirin, wî nekariye bi xwe beşdarî panelê bibe.
Bi rêbazên dîktatorî
Mizrakli got, „Di hilbijartinê de me ji sedî 63´yê dengan wergirt û me dixwest karê xwe bidomînin, bi we re bin, lê belê ji ber sîstema desthilatdariyeke ku dixwaze rejîma şexsekî li welatê me serdest bike derketina derve li me hatiye qedexekirin, em ji wezîfeyê hatine dûrxistin, lewma neçar in ku ji dûr ve bi dîmen beşdarî konferansê bibin.”
Mizrakli bi bîr xist ku ew û hevalên wî bi rêbazên demokratîk hatine hilbijartin û got, “Lê belê bi rêbazên dîktatorî em ji wezîfeyê hatin dûrxistin.”
Guh bidin wijdanê xwe
Mizrakli bang li beşdarên konferansê jî kir û got, “Hûn; mirovên ku beyannameya gerdûnî ya mafên mirovan pejirandî û doza hiqûqê dikin, divê hûn li ber van pêkanînan rabin. Ji vê deverê dixwazim bang li we bikim; werin komîsyonekê ava bikin, biçin Amed, Wan û Mêrdînê. Ji gel bipirsin, ka mirovên hilbijartî çima ji wezîfeyê hatin dûrxistin an jî ji biryara hatiye wergirtin razî ne yan na. Werin li Tiriyeyê bigerin, binihêrin ku li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet heye yan na? Guh bidin wijdanê xwe. Mixabin li Tirkiyeyê mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin.”
Mizrakli di dawiyê de got, “Rêveberiyên cihî nîşaneya demokrasiya welatekî ne. Em hêvî dikin ku hûn ê li pêşberî vê zordariya li dijî me tê kirin, bêdeng nemînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN