DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Çavdêrê Siyasî Hesen Cûdî got, heger li hemberî Bexdayê aliyê Kurd îradeyek nebe, hingê Bexda wê dest ji zextên xwe yên li hemberî Herêma Kurdistanê bernede û wiha peyivî: “Divê gel îradeyekê çêke. Ji aliyê vê desthilatê ve çênabe. Îran û Emerîka şerê xwe yê li Sûriyeyê veguhestin Iraqê.”

Hesen Cûdî derbarê gefên hikûmeta Iraqê ya li hemberî Herêma Kurdistanê, hatina eskerên Iraqê li herêmên bi nakok û aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de got; “Ev pirsgirêkên ku niha hene, krîzeke mezin e, gef û zextên hikûmeta Iraqê wê ranewestin, heta ku îradeyek bi hêz li hemberî nebe. Lê niha di nava desthilatdariya Herêma Kurdistanê qet îradeyek nîne. Ji ber vê pêwîst e gel vê îradeyê nîşan bide. Ji hikûmeta Iraqê re bibêje raweste. Ji ber ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê mafê xwe yên destûrî di encama têkoşîna çendîn salan de bi dest xistiye.”

 Cûdî diyar kir ku berjewendiyên hejmarek hêzên ji derve di referandûmê de hebûn navên Tirkiye, Erebistana Siûdî, Îsraîl û Îmaratan hil da û got, “Van xwest pirsgirêka Kurd û Bexdayê li dijî Îranê bi kar bînin. Van kesên ku navê xwe kirin, Encumena Bilind a Referandûmê ti rewabûna wan nebû. Bi nezanîn kar kirin. Ti xwendina wan ji bo rewşê nebû.”

 

PDK´ê şikesteke mezin xwar

Cûdî rêveberiya bi rêya xwerêveberiya demokratîk û konfederalîzma demokratîk weke rêya çareseriya hêsan bi nav kir.

Hesen Cûdî têkildarî bandora nakokiyên Îran û Emerîka yên li ser Herêma Kurdistanê jî wiha domand; “Di şerê Sûriyeyê de, Tirkiye, Qeter, PDK´ê şikesteke mezin xwar. Erebistana Siûdî û Îmaratê li hev kir li gel Emerîkayê. Emerîkayê xwe li Sûriyeyê bi cih kir. Rûsya jî bi heman rengî. Yekane hêza ku li Sûriyeyê bi ser neket Îran e. Ji ber vê Emerîka û Îranê şerê xwe anîn Iraqê.

Çavdêrê Siyasî Hesen Cûdî herî dawî got; “Îran dixwaze desthilatdariya xwe li Rojhilata Navîn berfireh bike. Emerîka jî dixwaze ji nû ve nexşeya Rojhilata Navîn çêke. Li gorî dîtina min, yek jî bi ser nakeve. Ji ber ku ji bo îradeya gelên herêmê hesaban nakin. Bi taybet hesaban ji bo îradeya gelê Kurd nakin. Ji ber ku gelê Kurd di van şeran de bi ser dikeve, dibe ku siyaseta rûyên kevin biguhere. Ji ber ku êdî bi van rûyan siyaset nayê kirin. Divê siyaset hêla sêyem hilbijêre. Weke tişta li Rojavayê Kurdistanê hat kirin.”