
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Çalakên Mafê Mirovan HRANA’yê, girtiyê Kurd ê bi navê Ezîz Xakzad (29) di sala 2007 de li hatibû girtin. Bi hinceta “Li hemberî Xwedê rabûye” û “Alîkarî dide partiyên Kurd” Dadgeha Şoreşê ya Xoyê cezayê îdamê lê birîbû. Hate diyarkirin ku Xakzad duh li Kirmanê hate darvekirin. Her wiha hate diyarkirin ku li Eyaleta Farsê jî 8 girtiyên din hatin darvekirin.
Dadgeha Şoreşê ya Xoyê bi hinceta “Li hemberî Xweda rabûye” û “Alîkarî daye partiyeke siyasî ya Kurd” cezayê “mirinê” li Xakzade birî. Piştî hewldanên heval û malbata Xakzade, Dadgeha Pêdeçûnê ev ceza daxist 5 sal cezayê girtîgehê û Xakzadeyê ji Salmasê veguhest Girtîgeha Kirmanê.
Hate diyarkirin ku serê sibê, Xakzade ji nişka ve di Girtîgeha Kirmanê de hate darvekirin. Hate ragihandin ku malbata Xakzade duh piştî darvekirinê ji aliyê rayedarên hikûmeta Îranê ve hatin agahdarkirin.
Her wiha, hate diyarkirin kul i Abadeh, Neyriz, Kazeron û Boanatê yên Eyaleta Farsê 8 girtiyên din hatin bidarvkirin. Hate diyarkirin ku kesên bi navê Abdolmajad A., Mohammad Reza A., Abdolrasol T., Mohsen A., Ahmad K., Hadi K., Masih K., Mohsen Z. jî bi hinceta “madeyên hişber bi kar anîne” di 3’ê cotmehê de hatin darvekirin.”
Hêjayê gotinê ye ku girtiyên Kurd ên siyasî yên bi navê; Zeyneb Celaliyan, Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi ve Zanyar Muradi jî heta niha di bin metirsiya darvekirinê ne. .
Ji 2007’an û vir ve herî kêm 10 kes hatin darvekirin
Piştî Huseyin Xizrî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim di 27’ê Çile de li girtîgeha Urmiyeyê hat bidarvekirin. Li gel Xakzad, Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10’an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hûlû hatin îdamkirin.
ANF/TEHRAN
Girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
5 meh in ku girtiyên siyasî û olî yên Kurd di Girtîgeha Recaî Şehrî Kerec di bin zordariya rayedarên girtîgehê de ne. Bi rojan e ku bêrêzî li himberî girtiyan tê kirin. Wan vediguhêzin nava girtiyên ji ber madeyên hişber hatine girtin û bi nexweşiyên giran ketine. Ji ber wê jî 80 girtiyên Kurd dest bi greve birçîbûnê kirin.
Hate ragihandin ku duh lii himberî van siyasetên rejîmê, îro 80 girtiyên Kurd li zindanê ji bo sê rojan dest bi gireva birçîbûnê kirine. Hate xuyakirin ku rayedarên zindanê bi rojan e, li dijî girtiyên siyasî yên Kurd pêkanînên dijî mirovahiyê pêk tînin.
Herî dawî rayedarên zindanê êrîşî girtiyê oldar ê bi navê Kirêkar Walî, yê ku 17 salî ye kirine, û li berçavên girtiyên din îşkence lê kirine.
Li gorî agahiyan, li Zindana Recayî Şehrê, duh 80 girtiyên siyasî û olî dest bi gireva birçîbûnê kirin, ku ew ê gireva wan sê rojan bidomînin. Girtî dixwazin ku muameleyeke wek a girtiyên siyasî bi wan re were kirin.
Hêjayî gotinê ye ku zindana Recayî Şarî Kerec, yek ji zindanên herî xerab ên rejîma Îranê ye. Di vê zindanê de mafyaya ser bi rejîmê bi awayekî serbest terorê li ser girtiyan pêk tîne.
TEHRAN