
Rûhanî beriya hilbijartinê çû Kurdistanê û soz da ku ew ê mafên demokratîk ên kêmaran zêde bike, ji bo Kurdên li derve efûyê derxîne da ku karibin vegerin welatê xwe û di kabîneya xwe de cih bide Kurdan. Hin çavkaniyan îdia dikirin ku Rûhanî bi Kurdan re protokolek mohr kiriye. Ji ber van sozan Rûhanî li Kurdistanê ji sedî 75 dengan bi dest xist. Lê belê wisa xuyaye lîderê nû yê Îranê hema piştî hilbijartinan ev sozên xwe ji bîr kiriye. Ev vegera ji sozên xwe, îhtimalên bêbaweriyê yên çapemeniya navneteweyî îdia dike, piştrast dike. Mîna ku Kîros bûye nîşaneya hemû nivîsên li ser Ahamemîş û Persiye, Persiyin di gelek bûyerên di dîrokê de xwedî kevneşopiyeke dîrokî ya lîderan dikin îkon. Ji bo vê yekê helwesta şexsî ya lîderên Îranê girîng e. Siyasetmedarên Kurd ên ji rojhilatê Kurdistanê radigihînin ku ev pêkanînên Îranê gefê li Kurdan dixun û êdî nema tê qebûlkirin ku Tehran gelekî ewçend mezin înkar bike.
Artêşeke nû ava dikin
Li bajarê Sine, fermandarê Tabûra Beytulmuqedes a ser bi Muhafizên Şoreşê Serdar Recebî da xuyakirin ku ew ê ji leşkerên Kurd ên li nava artêşa pastaran, ji bo rojhilatê Kurdistanê bi navê Rezim (yan jî li gorî hin çavkaniyan ‘Pastarên Kurd’) yekîneyeke leşkerî ya taybet ava bike. Rayedarê leşkerî dibêje, armanca van yekîneyan, wê pêkanîna asayîşa li rojhilatê Kurdistanê be.
Pastarên ku wekî Muhafizên Şoreşê yên Îranê tên zanîn, artêşeke fermî nîn e. Rêxistineke kontra ya nîv fermî ya weke Basîç bi rejîmê ve girêdayî ye. Navê vê, di hilberîna dizî ya nukleerî de, di gelek kuştinên dizî û vekirî yên li Îranê de hat bihîstin. DYA û Ewropayê der heqê fermandarên vê artêşê de biryara lêgerînê derxistiye û hemû hesabên navneteweyî yên wan daye rawestandin.
PJAK’ê hişyar kiribû
PJAK'ê beriya niha daxuyaniyek dabû û hişyarî dabû ku Îran hêza leşkerî vediguhezîne sînor û xeteriya operasyonê heye.
Siyasetmedarên rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku îdiayên dibêjin hemû partiyên siyasî yên li vî parçeyî dest ji têkoşîna xwe ya çekdarî berdane û li rojhilatê Kurdistanê Kurd asayîşê xira dikin, ne rast in. Hêza leşkerî ya Îranê ji xwe di rewşa heyî de zextê dike. Mînak bi tenê di nava meha adarê de 30 aktîvîstên Kurd hatin binçavkirin û girtin. Ji bo Keivan Şeikhi, Kamran Osmani, Shahab Ahmadi kampanyayên navneteweyî hatin organîzekirin. Îdamên rejîm dikin jî wijdanê mirovan tengezar dike.
Çavdêrên serbixwe dibêjin, ligel vê rewşê jî li Kurdistanê ji ber pirsgirêkên mezin ên aboriyê wê beşdariya li Muhafizên Şoreşê çêbibin.
Îran bi fikar e ku ger Kurd dest bi xwepêşandanan bike wê, nerazîbûnên li herêmên din ên welat jî dengê xwe bilind bike û ev yekê veguhereke serhildaneke giştî. Rejîm ji bo pêşî li vê serhildanê bigire, dixwaze rêxistineke kontra ya noker ava bike. Lê pirsgirêka Kurdistanê tu carî ji bo Îranê bi tenê nebû pirsgirêkeke rojan e. Çavkaniyên Babilê dinivîsînin ku beriya mîladê di beşa duyemîn a salên 500 de, koleyekî Medan Kîros ê Arşanî, dema yekîneyên Medya têk dibe, qralê wan Astyages dîl digire. Dûre paytext Ekbatana û qesra qraliyetê bi dest dixe û xezîneyê talan dike.
Rejîm hewl dide Kurdî qedexe bike
Lê belê dîsa jî Îranê heta niha tu carî serî li înkarkirineke ewçend dijwar a mîna roja îro nedaye. Mînak; rejîmê herî dawî navên Kurdî yên li kargehên li Urmiyê qedexe kir.
Serokê Civaka Bazirganî û Kar a Bajarê Urmiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi fermanameyeke wezaretiyê re divê navên kargehên li bajar bi farisî werin guhertin.
Ev biryara rayedaran bi tenê bi dikan û kargehan re sînorkirî nîn e. Di dema hilbijartinê de kesên navên wan ne farisî û erebî bûn, destûr ji wan re nehat dayîn ku dengê xwe bikar bînin.
Ev pêkanîn nû ye. Par, midûrê perwerde û civakî yê li bajarên Kirmanşah û Sinê, ji bo li dibistanan pêşî li axaftina bi Kurdî bigire, bi awayekî dizî fermanameyek weşandibû û ev fermanname ketibû destê çapemeniya Kurd.
Ehmedî: Êrîş wê werin bersivandin
Serokê Giştî yê PJAK'ê AbdulRahman Hecî Ehmedî da xuyakirin ku ne pêkan e Îran Azerî, Tirkmen, Ereb û Belûc ên dewletên wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin qebûlkirin û Kurdan înkar bike. Hecî Ehmedî der heqê mijarê de ev tişt got: “Îran welatekî mezin e. Welatekî xwedî dewlemendiyeke mezin a etnîkî û çandî ye. Gelekî koka xwe ya dîrokî heye û gelekî zêdeyî 5 milyon nufusa wî hebe nikare bê qedexekirin. 7 milyon mirovên li bakurê vî welatî dijîn û serbixwe ne.”
Hecî Ehmedî der barê tevgerên leşkerî de diyar kir ku agirbesta dualî dewam dike û leşkerên Îranê ger ku li dijî wan êrîşê pêk bîne, ew ê jî mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.
AMSTERDAM