HAWKAR MISTEFA/HELEBCE / ROJNEWS


Rejîma Îranê ev demeke dirêj e ku bi çêkirina bendavan li Rojhilatê Kurdistanê hem zirarê li xwezaya Kurdistanê dike û hem jî ji ser başûr avê qut dike. 

Ev çend sal in ku rejîma Îranê bi awayekî sîstematîk xwezaya Kurdistanê bi şêweyên cûr bi cûr talan dike. Yek ji van rêbazan jî ew e ku li ser çem û rûbarên Kurdistanê bendavan çêdike. Ji bilî wêrankeriya mezin hawîrdorî ya li herêmê, ew çavkaniyên avê yên diherikin Başûrê Kurdistanê jî diçikîne.

Cîgirê Waliyê Helebce Kawe Elî têkildarî mijarê got, "Me gelek hewl da ku bi rêya rayederên herêma Kurdistanê berpirsên Îranê di mijara girtina ava Sîrwanê ji ser herêma Kurdistanê de hişyar bikin. Lê, mixabin heta niha jî pêwîstiyeke erênî ji me re nehatiye dayîn."


Hikûmeta Başûr û ya Iraqê divê ilacekê bikin

Kawe Elî bi bîr xist ku ji ber birrîna herikîna ava Sîrwanê, ew li gel mamosteyên zanîngeha Silêmaniyê çûne serdana rêveberiya herêmê û got, "Armanca serdana me peydakirina rêyeke çareseriyê bû ku pirsgirêka ava vexwarinê ya Helebce çareser bibe."

Cigirê Waliyê Helebce Kawe Elî diyar kir ku ev mijar hem herêma Kurdistanê hem jî rêveberiya navendî ya Iraqê elaqeder dike û got: “Ev mijar pêwendiya xwe bi têkiliyên di navbera du welatan de heye. Ji bo vê jî hikûmet û parlementoya Iraqê divê ji bo çareseriyê bi awayeke lezgîn zend û bendan bade. Lê piştî lêkolînên me yên li gel berpirsên payebilind ên Hikûmeta Iraqê ji me re hate gotin ku rejîma Îranê di vê mijarê de bersiv jî nedaye.”