Girtiya siyasî ya Kurd li Îranê Zeyneb Celaliyan 13 sal in di zindanên Îranê de tê ragirtin. Celaliyan 29ʼê Nîsanê ji zindana Xoyê ji nişkê ve birin cihekî nediyar û ev yek Kurdistanî xistin nava fikaran û nîgeran kir. Bavê Zeyneb Celaliyan Elî Celaliyan jî der barê rewşa keça xwe de agahî dan û da zanîn ku  keça wî bi telefonê agahî dayê û jê re gotiye, hêzên dewletê dest û çavên wê girtine û ji girtîgeha Xoy ji bo girtîgehên Ûrmiye, Kirmaşan û piştre jî ya Tehranê hatiye veguhestin. Bavê Zeyneb Celaliyan, Elî Celaliyan bi telefonê ji Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê re axivî û li ser keça xwe Zeyneb Celaliyan agahî dan û got: “29’ê Nîsanê me ji hevalê wê yê qawişê agahî girt ku hêzên dewletê bêyî agahdayîna rêveberiya zindanê Zeyneb birineke zindaneke din. Herî dawî doh bi şev Zeyneb ku di nava wesayîtekê de bû bi telefonê li me geriya û got, ji doh ve heta niha bi dest û çavên girtî ji girtîgeha Xoy veguhestine girtîgehên Ûrmiye û Kirmaşanê, lê ji ber ku girtîgehan qebûl nekiriye, hêzên dewletê niha wê vediguhezînin girtîgeha Tehranê. Dema diaxivî di wê kêliyê de telefon qut bû û êdî telefon nekir.” Elî Celaliyan fikarên xwe anî ziman û pirsî: “Çima ji nişkê ve Zeynebê ji girtîgeha Xoy birin?” Kurdistaniyê doh êvarî li gorî saeta Amedê di 20ʼan de ji bo li aqûbeta Celaliyan pirsîn, bi hashtagekê #WhereIsZeynabJalalian li tora madyaya civakî parve kirin. NAVENDA NÛÇEYAN