Hawîrdorparêzên devera Serdeştê û endamên kampanya jîngehparêziya Serdeşt vê yekê weke dijberiya jîngeha navçeyê dinirxînin û dibêjin ew bi qest û bi hincetên pûç dest wer didin xwezaya bajêr.

Daristanên tên birrîn li nêzîkê gundê Hurmizawên a bajarê Rebetê ne û 10 kîlometreyan dûrî bajarê Serdeştê ne. Li gorî çalakvanên jîngehparêziya Rebet, ev demek e birrîna van daristanan dest pê kiriye û heta niha jî dewam dike. Projeya tinekirina daristanên Rebet, Serdeşt û derdora wê demeke dirêj e bi hinceta firotin û sûdwergirtinê ji aliyê dewleta Îranê ve tê birêvebirin û ti aliyê peywendîdar jî xwedî lê dernakeve.
Li gorî pisporên jîngehê, birrîna van daristanan dike ku bajarê Serdeşt rûbirûyê karesateke mezin bibe. Li gorî agahiyên bidestxistî, şewitandina daristanan û pûş û zeviyên Rojhilatê Kurdistanê jî berdewam e û îsal 77 caran agir bi gelek daristan û zeviyên Rojhilatê Kurdistanê ketiye.

URMIYE