Îran êrişî zozanan dike
Ji ber topbaran û gulebaranên ketûber ên pasdarên Îranê, koçerên li zozanên devera Balekayetî ya ser bi bajarokê Çomanê di nava tirsê de ne. Tenê di hefteya derbazbûyî de şivanek di encama gulebarana pasdarên Îranê de birîndar bû û gelek sewal jî telef bûn.
Li zozanê Kanî Reş ê gundê Wêze yê bajarokê Çoman ê ser bi parêzgeha Hewlêrê, rejîma Îranê bi kûrahiya 12 kîlometran sinorê Herêma Kurdistanê derbazkiriye û li ser girekî bilind ê zozan payîgehek ava kiriye.
Hefteya derbasbûyî çend caran pasdarên rejîma Îranê gule li koçerên li deverê barandin. Ji ber gulebaranê şivanek birîndar bibû û 30 sewalên welatiyan jî telef bibûn. Dema ku ji bo amadekirina vê raportê ekîba me li zozanan li gel koçeran bû, pasdaran carek din gule li koçeran barandin. Di encama gulebaranê de ciwanekî temen 15 salî bi giranî birîndar bû û gelek sewal jî telef bûn.
Koçerên zozanan dibêjin, ji ber êrişên rejîma Îranê ew bi tirs tên zozanan û sewalên xwe diçêrînin. Tevî ku gelek metirsî li ser jiyana wan heye jî ew ê dest ji karê xwe bernedin û deverê ji pasdarên Îranê re vala nehêlin.
Koçeran got, ew ti carî sînor derbaz nakin, lê pasdarên Îranê bi awayekî eşkere gef li wan dixwin ji bo ew deverê vala bikin. NAVENDA NÛÇEYAN