Doh berî nîvro hêzên rejîma Îranê ji bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê dest bi topbarana navçeyên Hacî Omran û Sîdekan ên Başûrê Kurdistanê kir.
Tekîldarî topbaranê, reveberê navçeya Hacî Omran, Mexîd Erîf ji ajansa RojNews re axivî û got: “Di encama toparanê de 4 welatiyên koçer birîndar bûne û 3 ji van zarok in û yek jî 22 salî ye. Birîndar rakirine nexweşxaneya Soran. Dîsa ji ber topbaranê, li herêmê welatiyên 5-6 gundan, gundên xwe vala kirin û li gundê Rayet û Alanê bi cîh bûne.”
Baxçeyên gundiyan şewitî
Derbarê topbarana li ser navçeya Sîdekanê jî, rêveberê navçeyê Karwan Kerîm Xan da ragihandin ku ji ber topbaranê welatiyên gundên van herêman neçarî koçberiya navçeya Sîdekan û Soran bûne û got: “Heya 10 navbera 12 donim erdê herêmê ku bax û baxçeyên gundiyan jî di nav de ne, şewitîne.”
Endamê Polîtburoya Partiya Demokratîka Kurdîstanê û cigirê sekreterê giştî yê hizbê, Mistefa Mewledî bal kişand ser tevgera leşkerî ya rejîma Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û weha axivî: “Îranê li ser sînorê Pîranşar hêzên xwe kom kirine. Li van herêman ti êrişeke li hemberî hêzên Îranê çênebûye. Belê Îran li gor yasa û qanûnên navneteweyî tevnagere. Bi derbaskirina sînorê welatekî din, van topbaranan pêk tîne.”
ROJNEWS/HEWLÊR