Îran li hember hemû netewên di welatê xwe de xwedî siyaseteke cêwaz û mirov dikare bêje durû an jî çendrûye. Êdî bêhurmetî li hember çand û nasnameya netewan derketiye asta herî jor. Vê yekê êdî bi veşartî jî nake, ji ber dizane ku Kurd, Belûçî û Ereb herî zêde ji wan netewane ku li  hember rejîmê radibin û hinekî bi rêxistinî ne.
Bêguman rewşa Kurdan hîn zêdetir rejîmê dixe nava tirs û fikaran. Yek ji siyasetên herî eşkere û faşîzan ên Îranê ewe ku dixwaze Kurdan û Azeriyan berde hev. Di bajarên ku Kurd û Azerî bihevre re dijîn, bi pêşxistina hestên nijadperestane, hewil dide van nakokiyan gurtir bike û paşê serweriya xwe li ser gelan zal bike. Gelek caran bêsedem û bi behaneyên gelek biçûk, ciwanên Kurd dibe ber darê êdamê. Bi hezaran ciwan ji derdê bêkariyê dinalin û neçar dimînin û ber bi bikaranîn û kirîn û firotina maddeyên hişber ve diçin. Yan jî rejîm bixwe û bi destê xwe ciwanan ber bi wê ve dibin. Paşê jî nîvê zêde ê civakê dibin sûcdar.
Hemû sûcdar jî di qanûna wan de êdî bê ku ti sînoran nas bikin, tên dardakirin. Qet heta niha bîlançoya tirsnak a dardakirina mirovan li Îranê nehatiye zanîn. Di nava bêdengiyek kor û tarî de rojane bi dehan mirovan dardadike. Helwesta birûmet a girtiyên li girtîgeha Ûrmiyê îtîrzek ji vê mirina bêdenge. Herwiha rexneyeke ji bêdengiya sazî û rêxistinan re ye ku di rewşek ewqas bixeter û tije komplo de bêdengin, yan jî xwedî helwestekî radîkal nînin. Rejîma Îranê dixwaze hemû kirîzên xwe yên derve bi serkûtkirina di hundir de derbas bike. Ji kirîza di lihevkirinên etomî de bigire heta tirsa ji bihêzbûn û xwedî îradebûna Kurdan, hemû kabûsa şevên rayedarên Îranê ne. Ji bo wê jî Îran xwe ji bo êrîşek piralî li ser Kurdan amade dike.
Her bêdengiyek li hember siyasetên Îranê li hundir û derve, dihêle ku planên xwe hîn hêsantir bixe meriyetê. Berojvajî wê jî her gava ber bi yekîtî, tekoşîna xwedî îrade û serbixweyî, wê rejîmê ber bi têkçûnê ve bibe. Her bêdengî û lihevhatinên dizî bi Îranê re darbeyek din li bedena yêkîtiya netewî dide. Helwestên wek gireva birçîbûnê li girtîgehan, destpêk û perspektîfeke bihêze li hember siyaseta çend rû a Îranê. Xwedî derketin ji vê helwestê jî şikandina wan hevsengiyane ku Îranê bihêz dike. Yêkîtî û tekoşîna Kurdan bi taybet li başûr û rojhilatê Kurdistanê dikare gelek planan vala derbixîne. Ji bo wê jî dema destpêkirina şoreşê ne zûye û sibê dibe ku gelekî dereng be!