Rêxistina Mafê Mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku li niviskar û xwendekarê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Bedirxanî 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û Bedirxanî şiyandin girtîgeha li bajarê Urmiye.

Nivîskar Elî Bedirxanî di sala 2014’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li bajarê Urmiyê hatibû binçavkirin û 20 rojan dibin îşkenceyek giran de mabû. Elî Bedirxanî bi wekalet hat berdan û piştre li darizandin. Elî Bedirxanî li 2. Şaxê Dadgeha Şoreş a Urmiyê hat dadgehkirin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî ev cezayê wî li dadgeha bilind hat pêjirandin bû 3 sal. Nivîskar Elî Bedirxanî hemwelatiyê Başûrê Kurdistanê ye ku di demê li himberê zordarî û sitemkariya rejîma Baasê li gel malbata xwe ji Başûr koçî Rojhilatê Kurdistanê bibûn.

Elî Bedirxanî nivîskarê pirtûkên Axaftinên Endişe, Tirkiye Demokrasî û Kurd, Penaberê Eşqê, Koy Çîrok û Destanê Kurdan ne. 


NAVENDA NÛÇEYAN