
Cebar Yawer înkar kir!
Berdevk û Sekreterê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer nûçeya ‘artêşa Îranê di nav axa Herêma Kurdistanê de kelahên leşkerî çêdike’ derew derxist. Cebar Yawer di vê mijarê de got, “Heta niha çi aliyekî têkildar yê leşkerî ev nûçe piştrast nekiriye. Ev nûçeyên ku hatine belavkirin li ser esasa gotinên muxtar an welatiyên navçeyê hatine çêkirin. Lê nabe mijarên bi vî rengî tenê pişt bi zanyariyên kesên asayî girêbide.”
ANF/AKnews
Pasdaran nekarîn sînorê derbas bikin
Êrîşên rejima Îranê yên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê di roja 19’mîn de berdewam dike. Heya niha hemû hewildanên artêşa Îranê yên ji bo derbazkirina sînor ji aliyê Hêzên Rojhilatê Kurdistanê HRK’ê ya girêdayî PJAK’ê ve hatin vegerandin. Roja Sêşemê di demjimêrên nîvro de leşkerên Îranê di herêma Berdenazê re xwestin sînor derbaz bikin, lê belê li rastî berxwedana gêrîla hatin û neçar man paşde bizivirin.Li heman herêmê û di demjimêrên siharê de leşkerên Îranê bi dozeran xwest rê çêbikin û berbi sînorê Başûrê Kurdistanê ve werin, komek ya gêrîla di demjimêr 09.30’an de çalakiyek li hember leşkerên Îranê pêkanîn. Di şerên ku çêbûyîn de nehat zanîn ka mirî yan birîndar çêbûne.
QENDÎL
Îranê zarokê 15 salî kuşt
Pêr hêzên Komara Îslamî yên Îranê zarokekî kolber li bajarokê Konewirç kuşt û termê wî avêt nav axa Herêma Kurdistanê.
Jêderekê ragehand ku ji kuştina zarokê kolber, hêzên ewlehiya Germik û û Pêcewênê hatine agahdarkirin û piştre jî hatiye zanîn ku ew Kurdê Rojhilat e, navê wî Arman Fayeq Elî ye û temenê wî 15 sal e.
Arman ku ji Merîwanê ye û karê qaçaxtiyê li sînor dikir, piştî ku hatiye naskirin ew di riya dergeha sînorî ya Başmaxê re radestî xwedanan kirine.
Tê zanîn ku gelek ji Kurdên ser sînor ji ber rewşa wan ya hejar, karê qaçaxtiyê dikin û ji ber wê jî gelek kes dibin qurbanî.
PUKmedia