
Rejîma Îslamiya Îranê lîstoka “Clash of Clans” a li ser telefonan tê lîstin qedexe kir. Rayedarên Îran’ê bi hinceta ku dêrûnasan gotiye ev lîstok kesan gelekî mijul dike û mirovan teşwîqî tundiyê dike, ev biryar dane. Lîstok girêdayî Supercellê ye û bi sepanên iOS û Android’ê dixebite. Her wiha Îran’ê berî niha lîstoka ‘Pokemon GO’ jî qedexe kiribû.
TEHRAN