
Endamên EDÇ’ê Dr. Kamûran Berwarî, Necîbe Omer, Alî Mehmûd, Nehro Alayî axftin kirin. Civînê jibo endamên PJAK’ê bi deqeyek rêzgirtinê pêk hat.
Endamê Encûmenê Alî Mehmûd axaftin kir û xemgîniyê xwe bi kuştina 9 gerîlayên PJAK’ê ên di encamê şerê Îranê de jyana xwe ji dest dan anîn ziman. Necîbe Omer jî li ser navê Encûmena Diyalog û Çaksazî êrişa arteşê Îranê ya li ser sinor a Herêma Kurdistanê bi tûndî şermezar kir. Omer got: „ Lazime rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo êrişên Îranê helwesta xwe aşkera bikin. Eger ew bêndeg bin tê wataya ku ew jî di nava komplo û pilanê êrişan de cîh digrin. Gelek şêniyan zirar ditin û 9 gerîlayên PJAK’ê di êrişa Îranê jiyanê xwe ji dest dan.“
‘Deshilat gel bêdeng dike’
‘Pêwiste sînor biparêze’
Her wiha Dr. Kamûran Berwarî jî axaftin kir û got: „Lazime pêşmerge ya tev Herêma Kurdistanê be û ya partiyen nebe. Niha Îran êrîşî ser axa Herêma Kurdistanê kiriye. Pêwîste pêşmerge sinor bi parêze û ji bo bêdeng kirina meş û nerazîbûnên gel neyê bikaranîn.
DÎHA/HEWLÊR
Federasyona 150 saziyên sivîl name şandin ji sefareta Îranê re
Fedrasyona Rêxistinên Ne Hikumî (FRNH) bi boneya êrîşên li dervê sînor a Îranê şermezar bikin nameya ku 150 nûnerên saziyên sivîl û civakî pêk tên ji sefareta Îranê re şandin. Serokê Fedrasyonê Ednan Enwer Beg, diyar kir ku wan sefareta Îranê hişyar kirine û xwestine ku ev yek bi dawî bibe.
Fedrasyona Rêxistinên Ne Hikumî (FRNH), nameya ji nûneratiya zêdeyî 150 saziyên sivîl ên civakî pêk tê şandin sefareta Îranê. Li ser navê saziyan heyeta ku ji 5 kesan pêk tê serî li sefareta Îranê ya li Hewlêrê dan. Serokê Federasyonê Endnan Enwerbeg serokatiya heyetê kir. Heyet bi Sersefareta Iranê Axayê Keremî re hevdîtin pêk anî. Hevdîtinê nêzî nîv saetê dom kir. Pişt re Enwer Beg daxwînî da û diyar kir ku wan sefaret hişyar kiriye û xwetin ku dest ji vê hewlesta xwe berdin. Enver bek, anî ziman ku wan xwestiye ku pirsgirêk bi dilalogê çareser bikin û wiha got: „Me nameyek ji Ahmedî Nejad re şand me berteka xwe anî ziman. Dîsa me bang li Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî kir û xwest bertekên xwe yên li hemberî êrîşa Îranê bine ziman.
HEWLÊR