
Banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya ji bo kongreya netewî di nava partî û rêxistinên Kurdî de rastî piştgiriyek berfireh tê. Têkildarî wê Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman ji ajansa me re axivî, got ku ji ber zêdebûna pirsgirêkên Kurd, li parçeyên Kurdistanê niha pêwîstî bi kongreya netewî heye.
Dr. Mehmûd Osman destnîşakir ku ji salên 70’an ve hewldanên ji bo li darxistina kongreya netewî heye û wiha axaftina xwe domand: “Lê her dem ji ber nakokiyên partiyan û rolên neyînî welatên dagirker ên Tirkiye û Îran, kongreya netewî hatiye paşxistin. Heta destwerdana Îran û Tirkiye hebe em nikarin kongreya netewî bi serkeftî li dar bixin. Ji ber ku ew dixwazin bi dilê wan be, ew ji nayê kirin.”
‘Pêwîste lihevkirinek hebe’
Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman daxuyakirin ku di despêkê de pêwîste PKK, PDK, YNK û Goran wek hêzên sereke, ji bo pêkanîna sitratejiya kongreya netewî, li hevkirinek di nav wan de hebe û got; “Ji ber eger li benda welatan bin, ev yek xelete. Ew naxwazin kongreya netewiya Kurd bê lidarxistin.”
Der barê rewşa navxweyiya Başûrê Kurdistanê û giringiya kongreya netewî de ji Dr. Mehmûd Osman wiha got: “Rewşek aloz ya siyasî li Başûrê Kurdistanê heye. Pêwîste alî li hev bikin û piştre kongreya netewî saz bikin. Her wiha pêwîste gelê Başûr ji bo kongreyê xebat bikin û alîkariya parçeyên din ji bikin.”
Di dawî de ji Dr. Mehmûd Osman piştgiriya xwe ji bo kongreya netewî anî ziman û got ku ji ber hinek sedemên li hember Kurdan, pêwîste aliyên siyasî yekgirtîbin.
Roja 8’ê Kanûnê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bang li partî û aliyên siyasî kir ku di demek wisan de pêwîste kongreya netewî were li dar xistin. Ev bang ji piştgiriyek ber çav di nav partî û rêxistinên Kurdî de dît.
HANA AZAD / ROJNEWS / SILÊMANÎ