Êrişa Komara Îslamî ya Îranê ku axa Herema Federal a Kurdistan dagir kiriye ket roja 18’an. Di erefêya rojîya Remazan de jî êrîşen Îranê berdewam kir û bu sedem gelen misilman ên sînorê Kurdistanê bi êş, kul û şînê derbas bikin. Li ser mijara êrişen Îranê, Serokê Yekîtîya Zanyarên Zanîstî ya Îslamî ya Kurdistan Mele Abdulla diyar kir ku li gorî heqîqêta îslam lazime misliman jîyaneke biratî û wekhev bijîn û wiha axivî: "Dibe ku pirsgerekek li navbera miroven misilman hebin. Lê hewceye ev pirsgerek bi riyên dîyalogê ben çarasêrkirin û ev nebe sedem ku mirov hev bikûjîn. Îran wek dewletek misilman tê nasîn. Lê em jî misilman in. Cinarê hevdû ne. Ayînen Îslamê jî dibêje ku cîran li gel cîran temam be û ji hevdû re hûrmet nîşan bidin. Tu zirarê nedin cîrana xwe û peyvên nebaş û faîlen nebaş nedîn nîşan.”
'Îran pîvanên Îslamî binpê dike'
Mele Abdulla, destnîşan kir ku êrişên Îranê nîşan da ku Îran li gorî pîvanên Îslam tevnegeriya ye. Mele Abdullah wiha got: "Gelek sivîl bi saxî şevitant. Mirov neçar man ku mal û cîhê xwe ji ber topbarana Îran terk bikin. Ev kiryarêke ne mirovatî û ne jî misilmantî qebûl dike. Ev rêbazên Îranê zirar dide têkilîyen biratiyê. Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin."

‘Zarokên kurd di bin tanq, top, teyyare de ne'
Mele Abdulla, bang li dewleta Îranê kir û wiha pêda çû: "Em ji wek oldarên îslamî bang dikin ku Îran van topbaranên xwe ye li dijî mirovatî bide sekinandin. Îranê ku xwe dewletêk Îslamî dibîne. divê zirarên xwe yên aborî, derûnî û însanî bibîne ku gelek zirarên we gîhştîye gelên ser sînor. Ji bo vê yekê jî lazime ku topbaranên xwe rawestîne. Tirs û xof nexê nav dilen zarokên biçûk. Gelen cîhanê di nav aşîtî û demokrasîyê de pirsgerekên xwe çarasêr dikin. Lê belê gelê Kurd di Rojhilata Navîn de di bin topan, teyaran û nav behna barûdan jîyan dikin.

‘Di meha Remazan de xwînê nerijînin’
Mele Abdullah, bang li Îranê kir û xwest operasyonê rawestine û di meha remezanê dejî xwînê nerijîne. Abdullah, anî ziman ku hêvdî dikin ku Îran rastiya xwe bibîne û pirsgirêkê bi rêya aştiyane û diyalogê çareser bike.

TAYÎP TEMEL/PÎROZ ORHAN/DÎHA