Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafê Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê ragihandî, hêzên rejîma Îranê cardin êrîşî kasibkaran kir. Di encama êrîşên rejîma Îranê de 2 kasibkar hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Her du kasibkar xelkê gundê Xorxore yê girêdayî bajarê Salmas a Rojhilatê Kurdistanê ne.

Her wiha Rêxistina Mafê Mirov got: “Ji ber gule berdana Hêzên Ewlekariya Îranê 2 kasibkarên bi navê Derwêş Paşayî û Xusrew Kazmî ku xelkê gundê Xorxore yê girêdayî bajarê Salmas yê Rojhilatê Kurdistanê  hatine kuştin. Her wiha kolberek din bi giranî birîndar bûye, jiyana wî jî di metirsiyê de ye.”

Li gorî bilançoya Rêxistina Mafê Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê di sala 2016’an de 94 kasibkar hatin kuştin an jî li ser vê rê yê jiyana xwe ji dest dane û di 44 rojên sala 2017’an de 19 kasibkaran jiyana xwe ji destdane û birîndar bûne. 


 SINÊ